Tehliyeya 6 kesan hat taloqkirin 2025-11-28 11:25:16   STENBOL - Berdana şeş girtiyan, ku di nav wan de jinên ku ji 30 salan zêdetir li Herêma Marmarayê girtî ne, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hate paşxistin.   Berdana şeş girtiyan, ku di nav wan de jinên ku ji 30 salan zêdetir girtî ne û tê payîn îro werin berdan, ji aliyê Lijneya Îdarî û Çavdêriyê ve hate paşxistin.   Berdana Dilek Oz, ku 32 sal in li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye û Sureyya Bulut, ku 31 sal in girtî ye, ji bo 3 mehan, berdana Silva Raşid ji bo 3 mehan û berdana Eylem Ozer ji bo 5 mehan hate paşxistin.   Berdana Maruf Turkan, ku 32 sal in li Girtîgeha Boluyê girtî ye, ji bo 6 mehan û berdana Dogan Ozmen, ku li Girtîgeha Silivriyê girtî ye, ji bo 4 mehan hate paşxistin.