Îlham Ehmed: Em ji bo çareseriyê bi biryar in 2025-11-26 17:33:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmedê got: "Em weke Kurdên Rojava di mijara çareseriyê de bi biryar in ku lihevkirinekê bikin.’’   Di nava gel de bandorên seredana Komîsyona Meclisa ya ji bo Girava Îmraliyê ya di 24’ê Mijdarê de xwe nîşan didin, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed bandorên seredanê yên li ser herêmê ji Numedia24’ê re nirxand. Îlham Ehmed seredan weke "pêngaveke dîrokî" pênase kir û anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê pêvajoya diyalogê were domandin.   Tê diyarkirin ku meseleya Rojava û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) a ji artêşa Sûriyeyê re di nava mijarên seredanê de ne. Îlham Ehmed da zanîn ku weke Kurdên li Sûriyeyê wan projeyeke berfireh a çareseriyê heye û ev tişt got: "Ger em qala bandora vê pêvajoyê ya li ser Rojava û hemû Sûriyeyê bikin, em dikarin bibêjin ku wê bi awayekî teqez bandorên wê yên erênî hebin.’’   Îlham Ehmed piştre ev yek anîn ziman: ‘’Di vê serdema dîrokî de, weke Kurdên li Rojava û hemû gelên li Sûriyeyê ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Sûriyeyê me projeyeke zelal û berfireh heye. Weke ku ji destpêkê ve ye em ji vê projeya xwe bawer dikin, di heman demê de a niha jî tu hewlên me yên çareseriyê ne li dijî Tirkiyeyê ne.’’   Îlham Ehmed axaftina wiha domand: ‘’Her wiha em dikarin bibêjin ku ev projeya me wê berjewendiyên me yên hevpar ên li gel Tirkiyeyê jî biparêze. Girêdayî vê yekê em jî weke Kurdên Rojava bi biryar in ku di mijara çareseriyê de lihevkirinekê bikin.’’   'Muzakere didomin'   Îlham Ehmed têkildarî îdîayên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji HSD’ê re peyameke "çekdanînê’" şandiye jî axivî û got ku mijara berbehs bes ne HSD’ê di heman demê de Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê û rêveberiya Şamê jî eleqedar dike û got: "Ji ber wê yekê rewşeke wisa heye ku bi qasî me, rêveberiya Şamê û hevparên me yên navneteweyî jî eleqedar dike. Divê em berpirsiyariyên aliyan ên têkildarî vê mijarê ji bîr nekin. Li gel Rêveberiya Şamê ya demkî pêvajoya leşkerî û entegrasyona siyasî berdewam dike û têkildarî vê mijarê em nêzîkî lihevkirineke girîng in. Lê belê muzakereya hûrgiliyan berdewam dike.’’   Îlham Ehmed piştre jî bal kişand ser lezginiya mijarên vegera koçberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê û vekirina deriyên sînor û destnîşan kir ku rêveberiya Rojava ji bo vekirina deriyê Nisêbîn-Qamişlo li gel Enqereyê hevdîtinan bi rê ve dibe û ew di vê mijarê de bi biryar in.’’   Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji bandora pêvajoya aşitiyê vebûna kanalên diyalogê ya di navbera aktorên siyasî yên Kurd (PKK, PDK, YNK, HSD, ENKS, DEM Partî û hwd.) de ye û ev yek anîn ziman: "Êdî hemû hêzên Kurd di wê baweriyê de ne ku divê ji derfetên ku di vê pêvajoya dîrokî de derdikevin holê, sûd werbigirin. Êdî dem hatiye ku hemû hêzên Kurdan îradeyeke yekbûyî ava bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Rojhilata Navîn erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.’’