Lî Îranê di salekê de 110 jin hatine qetilkirin 2025-11-26 09:49:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Herana ragihand ku ji 25’ê Mijdara 2024’an heta 25’ê Mijdara 2025’an, li Îranê 110 jin hatine qetilkirin.   Rêxistina Mafê Mirovan a Herana bi raporekê ragihand ku di nava salekê de ji 25’ê Mijdara 2024’an heta 25’ê Mijdara 2025’an li Îranê herî kêm 110 jin hatine qetilkirin.   Herana diyar kir ku ev hejmar ya ku hatine piştrastkirinin, rêjeya rastî ya tundî û qetilkirina jinan li welat ji vê gelek zêdetir.   Di heman demê de Herana 181 raporên belgekirî tomarkiriye ku 320 ji wan binpêkirinên mafên jinan bûn. Li gorî rêxistinê, tevî ku ev hejmar tenê beşek ji rewşa rastî be jî, ew ‘bi zelalî asta tundiya kujer’ a li dijî jinan nîşan dide.   Ji bilî qetla jinan, Herana herî kêm 93 rewşên tundiya dijwar a li dijî jinan li Îranê tomar kiriye ku 63 rewşên tecawiz û êrişa cinsî, 11 rewşên lêdan, 9 rewşên tundiya nav malê, rewşek xweşewitandinê û rewşek xwekuştinê hatiye qeydkirin.   Rêxistina Herana da zanîn ku ji ber kevneşopiya civakê, zexta malbatî û nebûna rêkarek bi ewle ji bo ragihandina tundiya li Îranê, piraniya tundî û êrişên beramberî jinan nayên tomar kirin.