Di şandeya Îmraliyê û helwesta CHP'ê de çi tê paşguhkirin? 2025-11-25 09:03:08   Melîke Aydın   ÎZMÎR - Akademisyen Eser Koker nerazîbûna xwe ya li hember biryardariya qada manevrayê ya partiyên ku wekî beşek ji hevpeymaniyek siyasî û çandî tevdigerin anî ziman. Eser Koker diyar kir ku di guhertina ku dê ji hêla beşên di nav CHP'ê de yên ku xema gelê Kurd dixwin hêviyê didin.   Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwîşk -Biratî û Demokrasiyê biryara şandeyek ji nûnerên AKP, MHP'ê û DEM Partîyve pejirand ku biçin Girava Îmraliyê da ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Lêbelê, Partiya Yeniyol, CHP û partiyên DEVA, Pêşeroj û Saadet, biryar dan ku tevli vê hevdîtînê nabin. Her çend "lêborînxwestin" a Serokê CHP'ê Ozgur Ozel piştî daxwazên ji bo rakirina parêzbendiya parlameterên HDPê di hefteyên dawî de wekî helwestek erênî jî alyê partiyê de hate dîtin jî biryara CHP'ê ya ne beşdarbûna şandeya Îmraliyê neyînî hate şîrovekirin.    Akademisyen Eser Koker li ser helwesta CHP'ê nirxandin kir.   'Hêvî di veguherîna kesên di nav CHP'ê de ye ku alîgirên kurdan e'   Eser Koker diyar kir ku ew her gav lêgerîna berdewamiya di navbera helwesta dîrokî ya CHP'ê û helwesta wê ya li ser pêşketinên heyî de, an jî nirxandina vê berdewamiyê di nav têkiliyên saziyî yên bihêz de raveker nabîne û got "Gelek jin û mêr hene ku di nav CHP'ê de dixebitin,  ku herêma Kurdan pir baş dizanin û xema wê herêmê dixwin. Ez rêzê li veguherîna wan û daxwaza wan a ku hêza xwe ya siyasî ya nû bi hêzek din re bikin yek digirim. Gelek tişt dikarin werin gotin ka ev çawa û heta çi radeyê avahiya saziyî ya CHP'ê girêdide."    'Her kes ji şerê li Rojhilata Navîn bêzar bûye'   Eser Koker diyar kir ku bandor û qelsiyên di nav avahiya sazûmanî ya CHP'ê de çawa tevgera neteweperest a dîrokî nîşan dide jî aliyê her kesî ve baş tê zanîn û got, "Em vê jî dizanin: Di nav CHP'ê de,  gelek tecrûbeyên berhevkirî hene ku dixwazin vê helwesta di nav CHP'ê de bi guherînin biguherînin. Çawa ku ev carinan di nav awayê xebata şaredariyan de derdikeve holê û bi gotinên jinekê re ku di axaftina wê de asê maye re bûye yek, ez bawer dikim ku daxwaza aştiyê li vir jî dê mayînde be. Ji ber ku em hemû ji vê rewşa şer a li Rojhilata Navîn bêzar bûne. Vîzyonek me heye ku em çawa polîtîkayên nû pêşve bibin. Ez dibêjim, em nekevin nav qelsiyên sînordarkirina teng a vê vîzyonê. Li derveyî van qelsiyan daxwazek ji bo guhertinê heye."   'Lêborîn xwestin girîng e'   Eser Koker diyar kir ku kevneşopiya lêborînê di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de bi hêsanî nayê avakîrîn û bi taybetî kesên ku di desthilatdariya siyasî de xwedî pozîsyon in, pratîk hindikir çêkirin û wiha dirêjî daye, "Bi rastî em pir kêm fêm dikin ka meriv çawa lêborînê dixwaze û formulên lêborînê di jiyana siyasî ya Tirkiyeyê de çi ne. Ji ber vê yekê, her çend ez vê yekê girîng dibînim jî ew di heman demê de nîşan dide ku hişkbûna kûr heye, nemaze di derbarê rakirina parêzbendiya parlementeran, berdewamiya polîtîkayên kevin û têkçûna girtina armanc û daxwazên Kurdan bi têra xwe cidî ye. Ji ber vê yekê, tengezariya di navbera yên kevin û yên nû de di nav CHP-ê de - di navbera awayên kevin ên kirina siyasetê û awayên nû yên kirina siyasetê de ku hîn saziyên xwe pêş nexistine - xuya dike ku demek dirêj berdewam dike. Ji ber ku ev mijara dayîna lêborînê û dûv re qismî girtina xwe ji tiştên nû û formasyonên nû re mijarek cidî ye."   'Sedema CHP pêş neketiye, dikare ji têkiliya wê bi yên din re were famkirin'   Eser Koker diyar kir ku CHP ji bo netewbûnê û nasyonalîzmê amade ye ku her çend ew nêzîkatiyek çîna navîn dipejirîne jî, ew di heman demê de partiya kesên ku ji wê derin jî.  Eser Kokler hêviya xwe anî ziman ku CHP dê beşdarî pergalek çalakiyê ya nû  mîna ya lêborînê û got, "Ji kêliya ku min cara yekem li ser vê biryarê bihîst, pirsa çîma di serê min de çêbû. Tiştê ku daxuyaniyên fermî de tê gotin ev e ku piraniya ku biryar dide ku ji bo partiyek siyasî israr dike ku ew ê beşdarî civînek girtî nebe, jîxwe wê ji civînê dûr dixe. Sedema ku CHP tu sînor nexistiye naberê divê bi têkiliya wê bi wan re were destnîşankirin. Mebesta min ev e: Ger di nav şandeya AKP û partiyên din de israr li ser civînek girtî hebûya, çima ev israr ? Ev ne mîna ku serokê Rêxistina Îstîxbarata Neteweyî (MIT) were û daxuyaniyek bide ye; ew tiştek bi tevahî cûda ye. Lê ev tiştê bi temamî cuda, mîna yên din, bi nermî wekî "Kî dê biçe?"... Serokê partiyek siyasî di civîna koma partiyê de dibêje, "Ez ê biçim." Çima ne zelal e ku kî dê biçe? Ji vê çi tê hêvîkirin? Kî çi dixwaze? Ev pirsên yekem bûn ku hatin bîra me,û ez difikirim ku divê em bipirsin, "Di vê vegotina girtinê de çi ji hêla beşên din ên civakê ve tê paşguhkirin?"   'Çima derfetên ku manevrayê sînordar dikin nayên derbaskirin?'   Eser Koker nerehetiya xwe ya ji ber vê rastiyê anî ziman ku partî ku mîna hevkarên di hevpeymaniyek siyasî û çandî de ne, xwedî cîhek wusa biryardar ji bo manevrayê ne û wiha bi dawî kir, "Ji ber vê yekê, ez difikirim ku dê bi tevahî guncav be ku beşên civakê yên li derveyî wan werin paşguhkirin, an jî ew ê bibêjin, 'Li bendê bin, em ji tiştekî nerehet in.' Ji ber vê yekê min ev tişt gotin. Lê ez bi xwe jî meraq dikim çima serokkomarek ku li ser prensîbê lêborînê dixwaze nikare derfetên ku manevrayê sînordar dikin li vir derbas bike."