Li Bakur û Rojhilatê Sûrî çalakiyên 25’ê Mijdarê 2025-11-24 19:08:57   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çalakiyên 25’ê Mijdarê de jinan banga têkoşîna hevpar hat kirin.   Li Bakur û Rojhilatê Sûrî jinan daketin qadan û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Hemberî Jinan a Navneteweyî pêşwazî kirin û daxwazên xwe anîn ziman.   Kampa Serêkaniyê   Nivîsgeha Jinan a Desteya Kar û Barên Penaber û Koçberan a Kantona Cizîrê di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de bi dirûşma "Berxwedana jinên koçber garantiya têkbirina tundî û dagirkeriyê ye" ji bo jinên koçber ên li kampa Sarêkaniyê komxebatek li dar xist.   Nûnerên kampên Newroz, Waşokanî, Erîşa û Serêkaniyê yên li kantona Cizîrê, endamên rêxistinên jinan, partiyên siyasî û jinên koçber ên li kampa Serêkaniyê beşdarî komxebatê bûn.   Komxebatê bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka kampên kantona Cizîrê Sara Hesen bixêrhatina beşdaran kir û şehîdên jin ên ku ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye, bi bîr anîn. Sarayê destnîşan kir ku jin ji destpêka dîrokê heta roja îro, ji bo bidestxistina azadiya xwe tê koşiyane û li dijî neheqî û tundiyê serê xwe rakiriye, çi di asta şexsî de ji bo jinan be, çi jî di asta rêxistin û tevgerên jinan de be û got: "Leza têkoşîna jinan di fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan de zêde bû û bû bingeha tevgera Apocî.”   Sarayê piştrast kir ku ji destpêka dîroka mirovahiyê ve, jin bingeha aştî, têkoşîn û azadiyê bûne û ji bo vê yekê bedelên giran dane û wiha dewam kir: “Têkoşîna jinan îro, di serdema aştî û têkoşînê ya li Rojhilata Navîn de ku ji hêla jinan ve bi xwe tê rêvebirin, di qonaxa xwe ya herî bilind de ye.”   Hesekê   Li Hesekê ya kantona Cizîrê mêran bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya li dijî tundiya li ser jinan aşkera kit.   Daxuyanî li navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya taxa Kebaba ya Hesekê hat dayîn. Mêrên ji saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û saziyên dadweriyê, di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî bi zimanê erebî ji aliyê hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Ferhan Dawûd ve hat xwendin. Daxuyaniya bi zimanê kurdî, ji aliyê mamosteyê zimanê kurdî Ezîz Mihemed Eşref ve hate xwendin.   Di dawiya daxuyaniya mêran de bang li hemû mêran hat kirin û wiha hat bidawîkirin: “Em bibin modelên rol ê ku zarok ji wan wateya rêzgirtinê û wateya mirovbûnê berî ku bibin mêr fêr dibin. Ti jiyan, bi jineke nîvşikestî temam nabe û ti civak nikare bilind bibe heya ku jin tê de bi azadî nefes negirin. Bila hebûna we parastinek, evîna we hêzek û karakterê we aştiyek hêjayî mirovahiya we be. Werin em hemû, wekî mêr, li dijî her cûre tundûtûjiyê bisekinin û pabend bibin ku mal û civakên xwe ji bo her jinê ewletir û dadperwertir bikin.” Di dawiya çalakiyê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” hatin berzkirin.   Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinan a li bajarê Hesekê jî çalakiyek hunerî li navenda xwe li dar xist. Piştî rêzgirtinê, ji rêveberên tevgerê Yusra Îlyas axivî û diyar kir ku tundiya li ser jin û civakê hîna dewam dikin. Yusra diyar kir ku mafên jinan di pirtûk û biryaran de bi nivîskî hatine destnîşankirin, lê li ser erdê nayên pêkanîn.   Yusra Îlyas destnîşan kir ku rola jinan di karên malê de hatibû sînordarkirin û ji mafên siyasî, civakî û çandî hatibûn dûrxistin. Piştre sînevîzyonek li ser tundiya li dijî jinan hat pêşandan û helbestvan Fatima Ehmed jî helbestek li ser têkoşîna jinan a li hemberî tundiyê xwend. Koma Şehîd Darsîn a girêdayî tevgerê jî şanoyek li ser tundiya li dijî jinan û têkoşîna li hemberî pergala desthilatdar pêşkêş kir.   Di dawiyê de pêşangehek wêneyên ku balê dikişîne ser tundiya li hemberî jinan û berxwedana jinan a li hemberî tundiyê hat vekirin.   Dirbêsiyê   Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê bi sernavê "Bi Rêber Apo re hevaltiyeke komunal” panelek li dar xist. Di panelê de ku li Navenda Çandê ya bajêr bi amadebûna dehan jinên ciwan, endamên saziyên sivîl û meclisan hat lidarxistin, tundiya li ser jinan hat nîqaşkirin.   Dûre endama rêveber a yekitiyê Jinên Ciwan Nûra Celo li ser cureyên tundiya li dijî jinan axivî. Nûrayê diyar kir ku Şoreşa 19ˊê Tîrmehê şoreşa jinan a li djî zîhniyeta desthilatdariyê ye û diyar kir ku dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" bûye slogana tevahî jinên cîhanê. Panel bi pêşandana sînevîzyonekê der barê şêweyên tundiyê û rêbazên têkoşîna dijî wê de bi dawî bû.   Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê li nivîsgeha partiyê ya Holê semînerek da.   Endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Partiyê ya bajêr Fatme Hisên semîner da. Di semînerê de şêweyên tundiya li dijî jinan, sedemên wê yên civakî û siyasî, şopên wê li ser malbat û civakê hatin nîqaşkirin.   Di dawiyê de beşdar li ser çawaniya pêşxistina hişmendiya civakî û pêwîstiya derxistina yasayên mafên jinan diparêzin, axivîn.   Heleb   Komeke mêrên ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî yên her du taxan daxuyaniyek da.   Daxuyanî bi zimanê erebî ji hêla hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Şiyar Silêman û bi kurdî ji hêla endamê Malbenda Heleb a Rewşenbîrî Ehmed Bîrhat ve li Çerxerêya Gulê Selmo hat xwendin.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bikaranîna tundiya li dijî jinê ji ber zayendperestiyê ye û ew diyardeyeke xwedî rihên dîrokî yên kûr e, di dirêjahiay demê serdeman de bi şêweyên cuda derketiye.   Mêran di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev diyarde ji ber têkelbûna girêk a di navbera hêmanên çandî, civakî, aborî û olî de ava bû û hişt ku rol di navbera mêr û jinan de were dabeşkirin û bêhevsengî çêbe.   Çilaxayê    Kongra Star dewreya ku ji bo mêran ku li hola Partiya Yekitiya Demokratîk li dar xistibû, bi dawî kir.   Di rûniştina dawîn de vîzyona îslamê ji bo jinan, cihê wan û rola wan a di heyama belavbûna îslamê de hat nîqaşkirin.   Endama rêveber a Meclisa Jinan a Qamişloyê û endama Kongra Îslama Demokratîk Gulnaz Mihemed El Osman li ser rewşa jinan di “Serdema Cahiliyetê” de, axivî.   Di dawiya dewreyê de beşdaran destnîşan kir ku wan ferqeke mezin di navbera îslama li gorî çanda gel û rêgezên îslama rast û şîroveyên wê yên resen de dîtin.   Dewreyê 3 rojan dewam kir û 46 mêrên endamên saziyên sivîl, xizmetguzarî, meclisên xwecih ên Çilaxa tê de amade bûn.   Di bernameya 3 rojan de zayendperestî, hevjiyana azad, nîjadperestiya olî û vîzyona îslamê ji bo jinan û mafên wan hatin dayîn.   Reqa   Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê bi tevlêbûna girse ji endamên saziyên sivîl û leşkerî, bi dirûşma "Em bi hev re li dijî tundiyê civakeke demokratîk û komunal ava bikin" civînek li hola Meclisa Navîn a Reqayê li dar xist.   Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endama Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Rojda Ehmed bi awayekî berfireh şêweyên tundiya sîstematîk a li dijî jinan nirxandin. Rojdayê di axaftina xwe de behsa xetereya tundiya malbatê kir û anî ziman ku ji astengiyên herî zêde gefan li hevgirtina malbatê û aramiya civakê dixwe, ji ber ku şopên wê yên derûnî, fîzîkî û civakî yên demdirêj hene.   Rojdayê bal kişand ser tundiya siyasî ya li dijî jinan pêk tê û destnîşan kir ku ev cure tundî hîna alavên bi armanca dûrxistina jinan ji cihê biryardanê ne. Rojdayê diyar kir ku ev tundî bi hilweşîna gelek alavên çewsîner ên kevn re bi dawî nebû, lê hîna di aliyê civakî û siyasî de bi şêweyên nû derdikeve holê.   Rojdayê bal kişand ser pêwîstiya destpêkirina xweguhertinê û anî ziman ku divê mêr ji xwe destpêkê ku tundiya di hundirê malbatê de bi dawî bike, tu cudahiyê nexe navbera xort û keçên xwe.     Piştî axaftinê kurtefîlmeke balê dikişîne ser êşên jinan ên di salên şerê li Sûriyeyê de hat pêşandan. Civîn bi pêşkêşkirina şanoyekê ji hêla Koma Zenûbiya ya Şanoyê ya Hîlala Zêrîn ve bi dawî bû.   Kobanê   Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Kantona Firatê bi amadebûna endamên saziyên jinan, endamên însiyatîfê, nûnerên Saziya Ol û Baweriyan li pêş navenda însiyatîfê ya Kobanê daxuyaniyek da. Hevseroka Komîteya Ol û Baweriyan Hedle Hesen daxuyanî xwend.   Di daxuyaniyê de hat gotin: "Em di Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê de keda Rêber Apo ya ku bi salan li dijî tundiya li ser jinan tê koşiyaye, bi bîr dixin. Li kêleka wê jî em tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin."   Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin li tevahî qadên têkoşînê ji parastina rewa bigire heta birêxistinkirinê, tevlêbûna wan li qadên perwerde, tenduristî, edalet, dîplomasî û projeya neteweya demokratik, bûn pêşeng û xwe îsbat kir ku dikarin krîzan çareser bikin.   Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî jina azad”, “Na ji tundiya li ser jinan re”, “Azadî ji bo Rêber Apo" bi dawî bû.