Li Karabaglarê meşa TJA'yê: Wê aştî bi dengê jinan pêk bê 2025-11-23 15:55:24     ÎZMÎR - TJA'yê li navçeya Karabaglar a Îzmîrê meşek li dar xist û ev peyam da: "Em bawer dikin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi pêşengiya jinan bi ser bikeve."   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî de, Tevgera Jinên Azad (TJA) li navçeya Karabaglar a Îzmîrê bi dirûşmeya "Bi civaka demokratîk ber bi azadiya bê tundî ve" meşek li dar xist. Jinên ku li taxa Kaptan Şerafettîn kom bûn û pankarta "Bi civaka demokratîk ber bi azadiya bê tundî ve" hilgirtin, ber bi Rêxistina Navçeya Karabaglar a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve meşiyan. Rêveberên Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê, aktîvîstên TJA û hejmareke mezin ji jinan beşdarî meşê bûn. Metna Tirkî ya daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Gulsever Turgal û ya Kurdî jî ji hêla Emine Bozdag ve hate xwendin.   Jinan bi daxuyaniyê ev peyam dan: "Em bawer dikin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê bi pêşengiya jinan bi ser bikeve. Wê aştî bi dengê jinan pêk bê ."   Çalakî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.