ROJEVA 23'YÊ MIJDARA 2025'AN 2025-11-23 09:00:00     * Xwendekara Zanîngeha Doku Eylulê Şîlan Oral beriya 25’ê Mijdarê balkişand ser polîtîkayên zext, betalî û asîmîlasyonê yên li hember jinên ciwan yên Kurd û got: “Dewlet li zanîngehan hewl dide profîla jina îdeal biafirîne. Lê em ji kevneşopiya têkoşînê tên. Em bi rêxistibûnê li ber xwe didin.” BI DÎMEN    * Nefîse Boz ku beşeke mezin a jiyana xwe bi têkoşîna li dijî tundiya fîzîkî û psîkolojîk meşandiye wih agot: “Divê jin neyên kuştin. Em ji bo jiyana jinan têdikoşin. Peyama min ya ji bo 25’ê Mijdarê ev e ku jin li dijî tundiyê bêdeng nemînin. Divê jin piştevaniyê mezin bikin.” BI DÎME    * Endama Komîsyona Ji bo Rojîn Kabaîş Edalet, Hîvda Selen bal kişand ser binpêkirinên di doza Rojîn Kabaîş de tên kirin û wih agot: “Me têkoşîn nemeşandiba, wê mirina Rojîn di  nava bêdentiyê de di tarîtiyê de bimana û wê kesî nepirsiya çi pê hatiye. Aqûbeta jinekê pêşeroja jineke din diyar dike. Edaleta ji bo Rojîn Kabaîş pêk bê wê ji bo jinên din yên ciwan bibe hêvî.” BI DÎMEN