‘Divê jin bibin pêşengên aştiyê’ 2025-11-22 09:05:13   ENQERE - Nebahat Çalpan diyar kir ku êşa herî mezin a şer jin dikşînin û daxuyakirin ku divê jin ji ber vê bibin pêşengên aştiyê. Neslî Çîftçî jî wiha got: “Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em ê li dora perspetîfa ku serokatiyê pêşniyar kiriye bên gel hev û bibin kirdeya aştiyê.”   Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û piştî vê hêviya aştiyê ji nûve mezin bû. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Enqereyê Nebahat Çalplan û Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Neslî Çîftçî der berê pêvajoyê de axivî û balkişandin ser girîngiya xwedîderketina li pêvajoyê.   ‘Divê gotin û tecrubeya jinan hebe’   Nebahat Çalpan destnîşan kir ku barê herî giran ê şer jin dikşînin û wiha vegot: “Desthilatdariya mêr şer û hilweşînê derdixin holê û êş û bandora wê jî jin dikşînin. Jinên zarok, mal û jiyana xwe disparêzin, aştî ji bo wan damezrîneriya jiyanê ya rojane ye. Ji ber ku jin aştiyê ji nûve wek jiyanekê ava dikin, pêvajo bi xwe jî divê gotin û tecrubeya wan be. Ji ber jin raste rast bi têgehên edalet, civak û rûhevhatinê re girêdayî ne. Divê jin bibin pêşengên aştiyê.”   'Em tecrubeya Rojava dizanin'   Nebahat Çalpan daxuyakirin ku aştî ji bo jinan ji dîplomasiyê wêdetir e û wiha balkişand ser etîka aştiyê û wiha got: “Ji ber vê etîkê rol û mîsyona digirin jî mezin e. Divê jin di pêvajoyê de wek kirde cih bigirin. Ji ber aştiya ku jin tê de tunebin qels û tuneye. Wek em ji şoreşa Rojava jî dizanin ên aştiyê mayinde bikin jin in. Em vê ji tecrubeya Rojava dizanin. Em bang li hemû jinan dikin. Aştiyeke ku jin tê de tunebin ne aşti ye û qels e. Divê hemû jin deng bibin vê banga me.”   ‘Em ê li dora perspektîfê bên gel hev’   Neslî Çîftçî jî balkişand ser rewşa jinên ciwan ên li zanîngehan û got bê pêşeroj û din bin şert û mercên zehmet ên aboriyê de dijîn û got: “Ligel vê pirsgirêka nasnameyê, ya zimanê dayikê û gelekên din tên jiyîn. Em ê di pêvajoya Aştî û Civaka Demokrtîk de bibin kirde û li dora perspektîfa ku serokatiyê pêşniyar kiriye bên gel hev. Em jinên ciwan ji bo pêşeroj û jiyana xwe hewce bi aştiyê dibînin. Em dixwazin bi zimanê xwe biaxivin. Em divê perspektîfa serokatiyê wek hêvî bibînin û xwedî lê derkevin. Em jin kirdeyên aştiyê ne. Em divê aştiyê biparêzin.”