Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê semînerek da mêran 2025-11-21 12:04:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Akademiya Jineolojiyê ya Şengalê bi boneya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî ji bo mêrên di nava sazî û rêxistinên di bin banê Rêveberiya Xweser de kar dikin, semînerek li dar xist. Di semînerê de li ser cureyên tundiyê yên nava malê de li ser jin û zarokan hate sekinîn û ji mêran hate xwestin li dijî çanda tundiyê rawestin.   Li Şengalê rêzeçalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî berdewam dikin. Di çarçoveya têkoşîna bi tundiya li ser jinê ya ji aliyê mêr û desthilatê ve tê kirin, Akademiya Jineolojî ya Şengalê semînerek ji bo mêran da.   Semînera Akademiya Jineolojiyê li Meclîsa Gel a Digûrê, ji bo mêrên di nava meclîs, sazî û rêxistinên di bin banê Rêveberiya Xweser de kar dikin re hate dayîn.   Semînera ji aliyê Endama Akademiya Jineolojiyê Sara Botan ve hate dayîn, bi deqeyek rêzgirtin a ji bo hemû şehîdan destpê kir.   Sara Botan da zanîn tundî di şexsê jin û zarokan de li ser tevahî civakê jî tê pêkanîn û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Di dîroka Êzdayetiyê de timî roleke taybet û sereke ya jinê hebû. Nêrîna wê hebû û cihê wê jî diyar bû. Jin di heman demê de hêza biryarê jî bû. Di roja me ya îro de bandora çandên din li ser civaka me heye. Dema em behsa tundiyê dikin, hevalên mêr tenê weke lêdanê fêm dikin. Gelek hevalên me yên mêr dibêjin, tundî li ser jinê nîne. Dibe di hinek malan de nebe, lê li derdorê heye. Em li giştî tabloya di civakê de derdikeve dinêrin. Maf û îradeya jinê ji dest wê hatiye girtin.”   Di dewamiya axaftina xwe de Sara Botan diyar kir ku dema îradeya jinê nebe, wê ya civakê jî nebe û wiha domand: “Jin bingeha civakê ye. Di fermanê de herî zêde jin hate hedefgirtin. Herî zêde jinan êşa fermanê kişand û zilm lê hate kirin. Li cihekî jin ne xwedî gotin û hêza biryarê be, wê ew civak ber bi tunebûnê ve biçe. Ev çanda tundiyê ya li ser jin û zarokan pêk tê, mêr jî girtiye nav xwe û li ser wî jî çêdibe. Ev tundî hem fikrî û fizîkî heye. Em niha hem weke jin hem jî weke civak rûberûyê tundiyeke mezin in. Heta em xwe rast nekin, em ê nekarin derdora xwe jî sererast bikin. Yên bikarin bi vêya re têbikoşin û tune bikin jî, ew kesên xwe li ser fikrê Rêbertî perwerde kirine. Dema em behsa kuştina mêr dikin, em behsa zêhniyeta wî dikin.”