Bertek nîşanî beraetkirina Burak Ercan dan 2025-11-20 15:23:19   ŞIRNEX - Rêveber û nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl ên beşdarî danişîna doza kiryar Bûrak Ercan bûn, bertek nîşanî biryara beraetê ya dadgehê dan û gotin ku ew ê destûrê nedin kiryar bêceza bimîne.   Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê derbarê Alîkarê Gerînendeyê Dibistana Navîn a Anadolûyê Burak Ercan de ku destdirêjiyê li ser 38 zarokan kiribû, biryara beraetê da. Rêveberên partiyên siyasî û rêveberên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatiyên beşdarî danişîna dozê bûn. Beşdaran piştî biryara beraetê li ber Edliyeya Cizîrê daxuyanî da û nerazîbûn nîşanî biryarê da.   Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan diyar kir ku hêzên dewletê her tim kesên destdirêjiyê dike diparêze û wiha axivî: “Em ji kuştina Cemîle Çagirga û Nîhat Kazanhan, vê dewletê û pergala wê ya parastina sûcdaran nas dikin. Dewlet û saziyên wê her tim kesên destdirêjiyê û tundiyê dike diarêze. Lê em weke gel li dijî van polîtîkayan bêdeng namînin û heya ku ev kes were cezakirin em ê şopdarê vê dozê bin.”   Serokê Baroya Şirnexê Abdûllah Findik, Endama Lijneya Rêvebir a Navendî ya KESKê Done Gehver, Berdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol, Sekretera Jinan a Giştî ya Egîtîm Senê Sîmge Yardim jî axivîn û gotin ku ev dewlet bi biryarên wiha kesên tacîzkar û sûcdar diparêze.