Li dijî tundiyê rêxistinbûn û parastina cewherî divê 2025-11-20 09:05:55     ÎZMÎR - Bi nêz bûna 25’ê Mijdarê re sazî û rêxistinên jinan lêz dan xebatên xwe û li qadan xebatên têkoşîna li dijî tundiyê didin meşandin. Jinên li Îzmîrê dijîn da zanîn ku li dijî tundiyê divê jin xwe birêxistin bikin û parastina cewherî li pêş bixin.    Qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û polîtîkayên bêcezahiştinê, tundiya mêr rewa dike û biryarên darzê jinan hedef digire. Li gorî çeteleya ajansa me  JINNEWS’ê di meha cotmehê de herî kêm 29 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin û 15 jin jî biguman jiyana xwe ji dest dane.    25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî nêz dibe û jinan li dijî qetilkirinên jinan, polîtîka bêcezahiştin û pergala serdestiya mêr banga têkoşîna yekbûyî kirin.   'Sedem pergala serdest e'   Ayfer Karataş da zanîn ku sedema qetilkirinên jinan pergala serdest a mêran û rolên zayenda civakîne û wiha got: “Jin di civakê de têkoşîna hebûnê didin. Ev ji malbatê tê. Divê ewil jin bên pewerdekirin û zarokên kûr bi zîhniyeta ‘mêr dikarin bikin, li kurê min tê’ neyên mezinkirin. Birayê min ne wek berê be jî hîna zextan û kontrolkirina li ser jinan difikire. Wisa tevdigere. Ev jî bi mezinkirina wan dertê holê.”   ‘Edalet tunebe wê qetilkirinên jinan bidome’   Munevver Çîl jî bi lêv kir ku sedema herî mezin a pêşînegirtina qetilkirina jinan bêdadiye û wiha dirêjî dayê: “Heta edalet tunebe wê qetilkirinên jinan bidomin. Em edaletê dixwazin. Divê kujer bên cezakirin. Em naxwazin bên qetilkirin. Tu jin vê heq nakin.Divê cezayên giran li gumanbaran bên birîn.”   ‘Sedem polîtîka bêcezahiştinê ye’   Hatîce Tunç jî balişand ser qetilkirinên jinan û got qetilkirinên jinan polîtîk in û bi zanebûn tên kirin û ev tişt got: “Dema cezayê giran li gumanbaran neyê birîn wê qetilkirina jinan jî ji xwe re wek maf bibînin. Ger ceza bihata dayîn wê evqas qetilkirin jî tunebûne. Ger cezayên giran bên dayîn wê qetilkirin jî kêm bibin. Mêr xwe xwedî hêz dibînin, her mafî ji xwe re reaw dibînin. Divê destpêkê de pêşdaraz bên şikandin. Divê jin xwe ji mêran şûndetir nebînin.”   ‘Dewlet hevkarê gumanbaran e’   Dayika Aştiyê Hediye Korkut destnîşan kir ku jin hem di qada cemawerî hem di qada taybet de di bin zextê de û wiha anî ziman: “Jin jî dixwazin bi rehetî derkevin derve. Barê me jinan giran e. Li her derê tundî li jinan tê kirin. Jin tên qetilkirin, windakirin. Em ê li dijî vê li kolanan bin. Divê mafê jinan bê parastin. Divê ji bo parastina mafê jinan dewlet gavê bavêje.”   ‘Divê mêr biguherin’   Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Newroz Çelîk jî balkişand ser tundiyê û daxuyakirin ku tundî ne şexsiye mijarek civakiye û wiha dawî lê anî: “Tundî ji rolên zayenda civakî, newekhevî û kalibên çandî pêk tê. Divê mêr bên guhertin. Divê helweta li hember jinan ji ser civaka demokratîk bê avakirin. Em bang li hemû kesî diin ku bibin dengê jinan. Em di 25’ê Mijdarê de hemû jinan vexwendiyê meşê dikin.”