Li dijî bêcezahiştin, şer û xizaniyê azadiyê mezin dikin 2025-11-20 09:03:26     Rabîa Onver    AMED- Tevî polîtîkayên dewletê yên tundiya vedişêrin jin li her derê têkoşîna xwe ya rêxistibûnê mezin dikin. Endama Lijneya Rêveberiya Herêmî Gulîstan Atasoy got: “Di 25’ê Mijdarê de em bang li hemû jinan dikin ku li qadan, li cihê dijîn û li her derê di nava piştevaniyê de bin.”   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî li Tirkiye û Kurdistanê ku tundiya mêr her diçe giran dibe, bi berxwedan û rêxistibûna jinan tê pêşwazîkirin. Jin li dijî xizanî, polîtîkayên şer, gumanbarên tên parastin li her derê têkoşîna azadiyê mezin dikin. Têkoşîna jinan bi qêrîna ‘jin jiyan azadî’ sînoran dibezîne û mezin dibe.   Endama Lijneya Rêveberiya Herêmî Gulîstan Atasoy der barê mijarê de axivî.   ‘Kevneşopiyek xurt a berxwedanê heye’   Gulîstan Atansoy da zanîn ku tundiya li ser jinê ne tenê li Tirkiyeyê li her derê cîhanê heye û têkoşînek mezin a jinan li dijî vê heye û got: “Jin ne tenê di 25’ê Mijdarê de her roj li dijî van polîtîkayan li qadan e. Bi teşeyên cuda keda jinan tê binpêkirin. Bedena wan tê binpêkirin. Tundiya fîzîkî û her cureyên binpêkirinê tên kirin. Ji ber vê jî hewcedariya têkoşîneke xurt a li dijî vê li pêş me ye.”   ‘Her roj jin tên qetilkirin’   Gulîstan Atasoy diyar kir ku her roj jin tên qetilkirin û mekanîzmayên jin serî lê bibin roj bi roj hinek din tune dibin. Gulîstan Atasoy wiha vegot: “Polîtîkaya desthilatdariyê jinan davêje plana dawî. Malbatê pîroz dike û jinan nabîne. Jinan tenê bi welidînê û keda nayê dîtin derdixin pêş. Di vê dema wisa de divê têkoşîna me hîn xurtir bibe û hewce bi têkoşînek mezin heye.”   ‘Jin li dijî tûndiyê xwe rêxistin dikin’   Gulîstan Atasoy wiha berdewam kir: “Koka tundiyê kûr û dîrokî ye. Ji ber vê jî têkoşîna li dijî vê divê piralî, giştî û gerdûnî be. Li her derê cîhanê jin bi tundiyê re tên rû hev. Hişmendiya li dijî tundiyê mezin bibe rêxistibûna jinan jî hîn zêdetir e. Jin xwe li dijî tundiyê rêxistin dikin.Hêzek xurt a jinê heye. Em ji vê îlhamê digirin û bi hev re dimeşin. 25’ê Mijdarê ji bo mezinkirina vê dibe wesîle. Di 25’ê Mijdarê de em bang li hemû jinan dikin ku li qadan, li cihê dijîn û li her derê di nava piştevaniyê de bin. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî jî qada têkoşînê ya sereke ye. Ez banga piştevaniyê li hemû jinan dikim.”