Li Şengalê heta niha 74 gorên komî hatin vekirin 2025-11-18 12:53:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihand ku ji sala 2019'an û vir ve ji 90 gorên komî 74 gor hatin vekirin.   Ji sala 2019'an û vir ve ji 90 gorên komî 74 gor hatin vekirin. Serokê Tîma Vekirina Gorên Komî ya Şengalê Ehmed Kosa Esedî di derbarê kar û xebatên vekirina gorên komî yên li Şengalê de agahiyan bi çapemeniyê re parve kir.   Hat diyarkirin ku karmendên saziya wan lêkolîn, analîz û kolandina goran bi hemahengiya Tiba Edlî ya Iraqê re dikin. Her wiha hat eşkere kirin ku tîmên wan ji Adara 2019’an ve li Şengalê dest bi vekirina gorên komî kirine û heta niha ji giştî 90 gorên komî, 74 gor vekirine.