Zarokek 3 roj in winda ye 2025-11-16 13:40:05     MÛŞ – Li Mûşê zaroka bi navê Elanur Çakır  3 roj in winda ye.   Li navçeya navendî ya Mûşê zaroka bi navê Elanur Çakir 3 roj in winda ye û agahî jî nayê girtin. Hate gotin ku zarok di 13ê Mijdarê de saet di nêzî 17.40’an de ji malê derketiye û careke din venegeriya ye malê. Li ser vê malbatê agahî daye rayedaran. 3 roj in ji bo zarok bê dîtin lêgerîn didomin.