Ji TJA’yê atolyeyên ‘jin jiyan azadî’ 2025-11-14 19:20:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyi de, li gelek bajaran daketin qadan û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyi de, li gelek bajaran atolye pêk hatin û li dijî tundiyê banga mezinkirina têkoşînê kirin.   Tevgera Jinên Azad (TJA) li Agiriyê bi jinan re li hev civiya. Çalakvana TJA’yê Dîlan Başboga di civînê de axivî û diyar kir ku jin rûbirûyê tundiya sîstematîk û polîtîkayên bêcezatiyê ne û wiha got, “Em ê bi piştevaniyê pêşeroja tarî ya ku zîhniyeta serweriya mêr ji jinan re pêşkêş kiriye, serûbin bikin. Jinan di civînê de, zextên ku di jiyana rojane de rûbirû dimînin, parve kirin û bal kişandin ser girîngiya piştevaniyê.”   Hevdîtin bi dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.   Edene   Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Edeneyê û TJA’yê, ji girtiyên jin re qertên piştevaniyê şand. Endama TJA’yê Şukran Efeturk di daxuyaniya li pêşiya Şaxa Komarê ya PTT’ê de axivî û wiha got: “Em piştgirî didin têkoşîna girtiyên jin.”   Piştî daxuyaniyê, jinan qert dan postayê.   Mûş   Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li bajarê navçeya Kop a Mûşê bi sernavê, “Îdeolojiya rizgariya jinan” li bajarokê Leterê xebata atolyeyê kir.   Cîgira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor îşaret bi girîngiya komunên jinan kir û diyar kir ku divê li ser bingeha rêxistinbûna jinan ev were esasgirtin. Piştî axaftinan pirs hatin bersivandin.   Dêrsim   Bi tevlibûna parlamentera DEM Partî ya Dêrsîmê Ayten Kordui aktîvîstên TJA’yê li taxa Gazik bi jinan re li ser komunê atolye pêk hat. Di atolyeyê de rêbazên têkoşîna li dijî polîtîkayên şer hatin nîqaşkirin.   Wan   TJA’ê  li Şax a Wanê bi jinan re civîn pêk anîn. Gelek jin tevli civînê bûn. Di civînê de der barê pêvajoyê de nîqaş hatin meşandin.   Riha   Li navçeyên Girê Sor û Bêrecûk a Rihayê civîn pêk hatin. Di civînê de girîngiya 25’ê Mijdarê, polîtîkayên şer û komun hatin nîqaşkirin.