Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê 2025-11-09 22:07:18     NAVENDA NÛÇEYAN- Li gelek bajarên kantona Cizîrê rêzeçalakiyên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat gotin ku pêwîstî bi afirandina hişmendiya civakî ya li ser bingeha wekhevî û hevkariya di navbera jin û mêran de heye.    Di çarçoveya Roja Têkoşîna dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê ku dikeve 25ˊê Mijdara her salê de, li bajarên Til Temir, Dirbêsiyê, Şedadê û Çilaxa yên kantona Cizîrê, rêzeçalakiyên hişmendî û rêxistinî ku saziyên jinan û civakî bi armanca pêşxistina çanda wekhevî, têkoşîna dijî tundiyê û nijadeperestiya dijî jinan li dar dixin, hatin lidarxistin.   Til Temir   Li bajarê Til Temirê, Kongra Star dewreyeke perwerde ji bo mêran li hola Meclisa Malbatên Şehîdan heta 3 rojan vekir. Di dewreyê de bi dehan nûnerên ji saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û endamên komînan beşdar bûn.   Di vekirina dewreyê de, endama Komîteya Edaletê ya Mala Jinan Meha El Wecrî bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku têkoşîna dijî tundiya li ser jinan ne tenê berpirsiyariya jinan e, lê erka komî ye û pêdiviya wê bi beşdariya aktîf a mêran di guhertina vê zihniyetê de heye.   Di dewreyê de dê semîner bên dayîn, nîqaşên der barê yasaya malbatê de bên kirin, û şêweyên têkoşîna dijî tundiya li ser jinan û bandora adatên civakî yên neyênî bên şîrovekirin.   Roja yekemîn bi rûniştinek vekirî bi dawî bû û tê de nîqaşên li ser pişgiriya dozên jinan û berpirsiyariyên di guhertina civakê de hatin kirin.   Dirbêjiyê   Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Dirbêsiyê civîneke berfireh der barê mijarên tundiya li dijî jinê û rêbazên xurtkirina jinan di tevahî waran de li dar xist.   Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveber a Meclisa Jinana  PYDˊê Ebîr Hesen destnîşan kir ku bingehê fikir û xwenaskirina jinê û azadiya wê fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.   Ebîr Hesen diyar kir ku jinan di rêya azadî û naskirina mafê xwe de, gava yekem avêt û dikarin roleke rast di civakê de bilîzin.   Şedadê   Li bajarê Şedadê Melisa Jinan a PYD’ê bi sernava ‘’Ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk bi pêşengiya jina azad" semînerek hat lidarxistin.   Hijmareke jin, endamên PYDˊê û rêxistinên civaka sivîl tev li semînerê bûn. Endama Nivîsgeha Jinan a PYDˊê ya katona Cizîrê Neda Mihemed, axivî û behsa diyardeyên tundiya civakî, aborî û çandî li ser jinan kir.   Neda Mihemed behsa zewaca zarokên keçîn kir û got ew diyarde yek ji şêweyên herî berbiçav ên tundiya berdewam e, ji ber ku keçan ji zarokatiya wan bêpar dihêle û bandoreke neyînî li paşeroja wan dike.   Semîner bi girîngîdayîna ldiarxistina kampanyayên hişmendî û berdewamkirina têkoşîna dijî tevahî şêweyên tundiyê, xebitîna li ser bicihanîna nirxên wekhevî û azadiyê, bi dawî bû.   Çil Axa   Girêdayî mijarê, Kongra Star a bajarê Çilaxa li hola PYDˊê bi amadebûna hejmareke mezin a jinan, xebatkarên saziyên sivîl, xizmetguzarî û jinan, panelek li dar xist.   Panel ji 3 mijarên sereke pêk hat. Endama rêveber a Mala Jinan a Çilaxa Huda Derwêş mijara yekê ya li ser têgeha tundiyê, sedem û ajoyên berdewamkirina wê şîrove kir.   Piştre jinan nîqaşên xwe kirin û bal kişandin ku berxwedana li dijî sedemên tundî û ajoyên wê berpirsiyariya komî ye û pêdiviya wê bi girankirina yasayên pêşîlgirtinê û berevaniya jinan heye.   Di dawiya panelê de diruşmên "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.