Civîna komîsyonê ya sibê hat taloqkirin 2025-11-05 21:31:30   ENQERE - Civîna komîsyonê ya ku wê sibe li ser plansaziya hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biciviya, taloqî hefteya pêş kirin.   Civîna Sibê ya Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Mill taloqî hefteya pêşiya me hat kirin. Komîsyon wê sibe li ser plansaziya çûyina Girava Îmraliyê hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biciviya û Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlikaya guhdar bikira.    Lê, ji ber ku Yerlikaya ragihand ku ew ji ber bernameya xwe ya navneteweyî nikare beşdar bibe, komîsyonê biryar da ku civîna xwe hefteya bê li dar bixe.