Li Girtîgeha Evînê sitûna jinekê şikest 2025-11-05 12:19:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Ayda Neceflu ku ola xwe guhertiye ya Xiristiyan, piştî şikestina stûna wê li Girtîgeha Evînê, bi pirsgirêkên tenduristiyê yên cidî re rû bi rû ye. Ji ber nebûna lênêrîna bijîşkî ya guncaw, fikarên li ser rewşa wê zêde dibin.   Ayda Neceflu ku li beşa jinan a Girtîgeha Evînê girtî ye, 3’ê Mijdarê ji nivînek duqatî ket xwarê û di stûna T12 a stûna xwe de (marîpişt) şikestinek çêbû. Ew di destpêkê de birin Nexweşxaneya Taleganî û wênekêşiya bijîşkî lê hat kirin. Lêbelê, tevî teşhîsa şikestinê jî, bêyî ku dermankirina pêwîst bistîne, ew vegeriya girtîgehê. Vê rewşê bertekek tund ji girtiyên siyasî û olî yên li girtîgehê derxist holê.   Piştî nerazîbûnên girtiyên siyasî, rayedarên girtîgehê Ayda Neceflu veguheztin Nexweşxaneya Şehiday-ı Taceriş (Şehîdên Tacrîş). Encamên nû yên wênekêşiyê şikestina stûna wê ya T12 piştrast kirin û bijîşkan emeliyata acîl û terapiya fîzîkî ya dirêj pêşniyar kirin.   Ayda Najaflu di 12’ê Nîsana 2024’an de hate girtin. Ew hîn jî di bin çavdêriya demkî de ye û di rewşek nezelal de ye ji ber ku malbata wê nikare kefaleta 11 milyar tûmen bide. Berê wê çend caran ji ber romatîzmaya wê heye daxwaz kiribû ku were veguhastin bo qata jêrîn a nexweşxaneyê, lê rêveberiya girtîgehê van daxwazan paşguh kir.   Doza Ayda Najaflu niha ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve tê nirxandin û ew li benda biryara dadgehê ye.