Li Sûdanê qeyrana mirovî mezin dibe 2025-11-03 14:04:54   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eyaletên Darfur û Kordofan ên Sûdanê ji ber bûyerên tundiyê yên di rojên dawî de zêde bûye û Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajarên stratejîk xist destê xwe, pêla koçberiyê zêde bûye. Raporên têkildarî mafên sivîlan ku binpêkirinên cidî tên jiyîn hene.   Hêzên Piştevaniya Lezgîn di 27’ê Cotmeha 2023’an de bajarê El Faşer ê navenda eyaleta bakurê Darfurê xist destê xwe. Hate diyarkirin ku li dijî sivîlan binpêkirinên cidî hatine jiyîn. Ev rewş rê li ber pêla berfireh a koçê û xirabbûna rewşa mirovî vekir.     Piştî ku hefteyek di ser desteserkirinê re derbas bû, Rêxistina Koçê ya Navnetewî, di daxuyaniya 2’yê Mijdarê de diyar kir ku ji ber bûyerên tundî yên li bajar didomin, di nava du rojan de zêdeyî 8 hezar û 600 kes koçber bûne.   Li gorî rêxistinê ji 16’ê Cotmehê heta niha li El Faşer û gundên derdorê wê bi giştî 70 hezar û 900 kes koçber bûne. Ev rewş nîşan dide ku şertên mirovî û ewlehî bi lez xirab dibe.   Tîmên şopandina qadê ya rêxistinê, diyar kirin ku piraniya yên koç dikin berê xwe didin herêma Tuvayla û El Faşer a li eyaleta bakurê Darfurê. Lê belê ji ber ne ewlebûna rêyan, dibe ku tevgera sivîlên ku ji ber tundiya zêde bûye direvin, asteng bikin.   Bakurê Kordofanê   Rêxistina Koçê ya Navnetewî da zanîn ku ji herêmên Umm Ruvaba û Barra yên eyaleta bakurê Kordofa di nava du rojan de zêdeyî hezar û 200 kesan neçar mane koç bikin. Beşek ji van kesan ber bi herêma Şeykan a Bakurê Korfon û beşa din jî ber bi herêma Rabek, Kostî, Tendeltî û Devaym ya eyaleta Nîla Spî ve çûne.   Pêla dawî ya koçê, rastî dema ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn bajarê Barra ya xwedî girîngiya stratejîk a li eyaleta Bakurê Kordofon e bidest xist, hat. Her wiha raporên dibêjin ku li bajêr li dijî sivîlan binpêkirinên berfireh ku ji aliyê endamê Hêzên Piştevaniya Lezgîn hatine kirin, hene.   Dîmenên peykê nîşan didin ku komkujiyên komî didomin   Li gorî lêkolînên di laboratuwara lêkolînên mirovî yên girêdayî zanîngeha Yale ya li Emrîkayê, dîmenên peykê ku beriya çend rojan hatin kişandin, nîşan dide ku komkujiyên bi komî li derdora El Faşer didome.   Li gorî rapora ku laboratuwarê weşandî, dîmenên nû nîşan dide ku beşek zêde ya gelê bajar hatine kuştin, dîlgirtin an veşartin.   Lêkolîner belge kirin ku di nava çend rojan de li herêmên avahî, kampusên zanîngeh û qadên leşkerî herî kêm 31 cenazeyên komî hatine dîtin.   Encamên şer   Piştî şerên ku di nav meha Nîsana 2023’an de li Sûdanê qewimîn, welat vegeriya tundiya trajîk. Ev şer bû sedema mirinê û koçberbûna zêdeyî 12 milyon mirovan a di nava welat û derveyî welat de.   Neteweyên Yekbûyî vê felaketa li Sûdanê wek ‘Krîza herî xirab a dinyayê’ bi nav dike. Li gorî NY, hilweşîna di xizmetên bingehîn de, birçîbûna zêde, têkçûna pergala tenduristiyê û binpêkirinên sîstematîk li dijî sivîlan, li çar aliyê Sûdanê her ku diçe kûr dibe.