TJK-E'yê ji bo meşa li Kolnê bang kir 2025-11-03 13:59:38     NAVEND NÛÇEYAN - Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ji bo meşa 8'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê, ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga "tevlîbûna xurt" kir.   Di daxuyaniya nivîskî ya TJK-E'yê de hate ragihandin ku meşa Kolnê "xwedî wateyeke gelekî mezin e" û hate gotin, "Em ê ji Kolnê dengê xwe hem bigihînin Rêber Apo hem jî bigihînin Enqereyê û welatên Ewropayê."   TJK-E'yê bi bîr xist ku di ser dema nû re salek derbas bû ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" hate pênasekirin û hate gotin, "Di nava vê demê de di çarçoveya gavên girîng ên Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de pêşketinên girîng çêbûn. Van gavan di serî de ji bo jinan, ji bo hemû gelan li hemberî şer, îmha, înkarê li ser bingeha wekhevî, azadî û aştiyê hêviyên jiyana demokratîk mezin kir. Lê belê ji bo pêkhatina van hêviyan pêwîstî bi hîn bêhtir kar heye.   Beriya her tiştî divê pêvajo xwe bispêre zemîneke hiqûqî û siyasî. Yanî ji bo rêveçûna pêvajoyê divê dewleta Tirk rêya siyaseta demokratîk bi gavên qanûnî veke. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê gavên gelekî mezin avêtin. Ji bo me nîşaneya bingehîn a nêzîkatiya dewleta Tirk a li vê pêvajoyê şert û mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.   Weke jinên Kurd û gelê Kurd, em Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke muzakerevanê xwe yê sereke dibînin. Lê belê çareseriya pirsgirêka Kurd û ev pêvajoya ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê nikare di nava şert û mercên tecrîd û dîlgirtinê yê muzakerevanê sereke de bê meşandin. Maseya muzakereyê li zindanê nayê danîn. Ne tenê bêdengkirina çekan, pêvajoya hevdîtinan a ji bo aştiya civakî û avakirina pergaleke demokratîk divê veguhere muzakereyên fermî. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muzakerevanê sereke ye divê xwedî şert û mercên kar ên bêsînor û bêastengî be. Yanî ji aliyê fîzîkî ve divê azad be. Serketina pêvajoyê bi vê ve girêdayî ye."   Di dewama daxuyaniyê de hate xwestin ku Mafê Hêviyê yê Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bê anîn ku Tirkiye jî aliyekî wê peymanê ye û hate gotin, "Ji bo vê daxwaz û nêzîkatiya xwe bi dengekî hîn xurt bînin ziman em ê di 8'ê Mijdarê de li Kolnê di Meşa Azadiyê de li hev kom bibin. Em ê ji çar aliyên Ewropayê biherikin Kolnê û nîşan bidin ku em ne tenê piştevanên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk in ku Rêber Apo daye destpêkirin, em aliyê wê pêvajoyê ne û barê wê hildigirin. Ji bo serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk em ê daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan bikin.   Di heman demê de em ê bang li dewletên Ewropayê bikin ên ku piştgirî dan biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê û Banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo ku dawî li polîtîkayên xwe yên krîmînalîzasyonê bînin û piştgiriyeke xurt bikin çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd.   Em ê ji Konseya Ewropayê bixwazin ku dawî li sekna xwe ya mijûlkirina têkildarî Mafê Hêviyê bîne û bi berpirsyarî rabin.   Meşa 8'ê Mijdarê di vê çarçoveyê de xwedî wate û girîngiyeke gelekî mezin e. Em ê ji Kolnê dengê xwe hem bigihînin Rêber Apo hem jî bigihînin Enqere û welatên Ewropayê. Ji bo ev deng bi heybet be, girîng e tevlîbûneke xurt çêbibe. Weke TJK-E di serî de jinên Kurd ên li Ewropayê em bang lit evahiya gelê xwe, ciwanan, zarokan, dostan, her kesên aştîxwaz dikin ku tevlî Meşa Azadiyê ya 8'ê Mijdarê ya li Kolnê bibin."