Ji Huda Kaya peyama piştevaniyê 2025-11-03 13:11:38   EQNERE - Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kaya ya ku salek û 6 meh cezayê wê hat teqezkirin ket Girtîgeha Elmadag a Enqereyê. Huda Kaya ya ket girtîgehê wiha got:"Ev ne tenê meseleya min e ev meseleya hemû kesên azadiya wan hatiye xespkirin e."   Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 2022'yan de çûbû serdana kurê xwe Cihad Ebrari yê di Girtîgeha Çanakkaleyê de. Bi hinceta dema ji girtîgehê veqetiyaye, di çenteyê wê de telefon heye, salek û 6 mehî cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Parlamentera HDP'ê ya berê Huda Kaya ya ku salek û 6 meh cezayê wê hat teqezkirin ket Girtîgeha Elmadag a Enqereyê.   Huda Kaya berî ku biçe girtîgehê, ji JIN TV'yê re axivî û got: "Piştî rewşek ku li ser gotinên bi tevahî neheq û nerast hatibû avakirin, salek û nîv cezayê girtîgehê li min hat birîn û ew ceza hat erêkirin. Ez spasiya xwe ya dilsoz pêşkêşî hemû gelê me, hezkiriyên me, heval, malbat, parêzer û siyasetmedarên ku piştgirî dane û bi hev re li ber xwe dane dikim. Ez duayên we dixwazim. Ez hêvî dikim ku em, wekî gel, wekî Tirkiye, wekî civak, bi berdana bilez a hevserok, siyasetmedar, rojnamevan û hemû hevalên me yên ku bi dehan salan di zindanan de ne, kêfxweş bibin. Ev ne tenê meseleya min e ev meseleya hemû kesên azadiya wan hatiye xespkirin e."