Li Îzmîrê 5 xwendekar hatin binçavkirin 2025-10-31 14:18:01     ÎZMÎR - Li Zanîngeha Egeyê 5 xwendekar, di dema protestokirina êrişa li dijî xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê de, hatin binçavkirin.   Li Zanîngeha Egeyê, 5 xwendekar ji ber protestokirina êrişên Ulku Ocaklariyê yên li dijî xwendekarên Zanîngeha Hacettepeyê hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku xwendekarên hatine binçavkirin û birine Miduriyeta Emniyetê ya Îzmîrê.