Zubeyde Zumrut: Heta pergala Îmraliyê neyê rakirin wê têkoşîn bidome 2025-10-31 09:03:04   Melek Avci   ENQERE - Hevberdevka KCKD-E'yê Zubeyde Zumrut ji bo meşa 8’ê Mijdarê ya Kolnê bang kir û got: “Heta Rêber Apo azad nebe wê ev mijar dirêj bibe. Divê azadiya fîzîkî pêk bê. Ji bo pergala Îmraliyê bi giştî ji holê rabe em ê têbikoşin.”   Nîqaşên çareseriya pirsgirêka Kurd didomin. Ji ber azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan pêk nayê, mafê hêviyê pêk nayê wek astengiyek mezin li pêş avakirina civaka demokratîk e. Ligel vê ji bo pêvajoya civaka demokratîk mayînde bibe û pergala Îmraliyê bi giştî bê hilweşandin li Ewropa û gelek welatên din xebat û çalakî tên meşandin.   Hevberdevka KCKD-E'yê Zubeyde Zumurt der barê xebatên li Ewropayê de axivî.   ‘Pêngav mezin bû’   Zubeyde Zumrut da zanîn ku pêngava di 2023’an de dana destpêkirin li 74 navendan starta wê dane û îro li gelek deverî belav bûye. Zubeyde Zumrut wiha anî ziman: “27 sal e Kurd bi dostên xwe re komployê li kolanan protesto dikin. Lê bi plansaziya 10’ê cotmeha 2023’an re pêngava azadiyê hat destpêkirin û heta azadiya fîzîkî wê ev têkoşîn bidome. Divê ev xeta têkoşîna azadiyê bê mezinkirin û xeta rêxistinbûnê bê hûnandin. Ewropa yek ji qada ku bi hezaran Kurdên rêxistinkirî lê ne.  Kurdan jiyaneke Kurdistanî jî li vir ava kirine. Lê divê ji gelên cuda kes bên tevlikirin. Pêngava me di 74’emîn rojbûna serokatiyê de da destpêkirin mezin bû. Li cîhanê û Ewropayê mirovan starta vê dan. Daxuyanî da. Vê morelek cidî afirand. Wê demê tecrîdek giran hebû. Agahî ji serokatiyê nedihat girtin. Şerekî cidî hebû.”   ‘Pergala Îmraliyê hîna nehatiye hilweşandin’   Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku pêngava dane destpêkirin sê sale didome û hedefa wan şikandina pergala tecrîdê ye û got: “27 sal e ev têkoşîna azadiyê tê dayîn, gelek kampanya û pêngav hatin destpêkirin. Ji bo şikandina pergala li Îmraliyê 27 sal e têkoşîn tê dayîn. Bêguman Kurdan têkoşîna 40-50 salî aniye qonaxekê.  Bedelên cidî dane.  Li aliyê din jî Rêber Apo têkoşîn mezin kir. Dema me ev têkoşîn meşand bi moral û motîvasyonek mezin me encamên baş girtin. Lê niha tecrîda Îmraliyê didome. Ev pergal hilneweşiya. Pisgirêka Kurd bi azadiya Serokatiyê pêkane. Kêm be jî tecrîd hat şikandin lê hîna didome. Ji bo vê jî kampanya me didome.”   ‘Heta têkoşîna civakî mezin nebe tecrîd jî nayê şikandin’   Zubeyde Zumrut destnîşan kir ku di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî pêk anîne û ji van ya herî girîng konferansa Romayê bû. Zubeyde Zumrut wiha anî ziman: “Di nav vî karî de yên xelatên Nobelê girtibûn hebûn. Akademîsyen, rojnameger, nivîskar,hiqûqnas hene. Ji her alî mirov hene.  Lê mijara esas ev e ku tecrîd wê çawa bê şikandin, azadî çawa pêk bê. Me ev di konferansê de nîqaş kirin. Ji bo mezinkirina têkoşîna civakî jî meş, mîtîng, stand û şandina qertan pêk hatin.  Kampanya ‘ez dixwazim bi Birêz Ocalan re hevdîtinê bikim’ jî  didome. Wê kampanyayê kelecanek mezin aifrand. Heta em têkoşîna civakî mezin nekin em nikarin tecrîdê bişkînin. Divê em vê mayînde bikin. Divê li Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat li her alî cîhanê gelê me rabin ser piya ku tecrîd bê şikandin û dengê serokatiyê bê bihistin.”   ‘Divê peyam baş bên fêmkirin û bikevin jiyanê’   Zubeyde Zumrut balkişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji Kurdên Ewropayê re şandiye û wiha vegot: “Ev peyam ji bo gelê dîasporayê gelek girîng bû. Dîrokî bû. Divê ev peyam bê fêmkirin û bikeve jiyanê. Tenê guhdarkirin kêrî tiştekî nake.  Bi rastî serokatî dibêje çi, çi îfade dike, divê ev bê fêmkirin û bikeve jiyanê, di pratîkê de pêk bê.”   ‘Çareserî pêk bê wê her kes vegera axa xwe’   Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku îro Kurdên ku 40-50 sal in li Ewropayê ne hene û got: “Sedema hatina wan polîtîk e. Ji ber ewlehiya canê wan pêşeroja wan tunebû hatine.  Di 10 salên dawî de ji Tirkiyeyê koça berbi Ewropayê pir zêde ye. Ger pêvajoyeke aştiyê, çareseriyê hebûna wê her kes vegeriyabûna ser axa xwe.”   ‘Heta azadiya Abdullah Ocalan pêk neyê wê mijar dirêj bibe’   Zubeyde Zumrut daxuyakirin ku heta tecrîd neşikê û Abdullah Ocalan azad nebe wê çalakî û bername bidomin û wiha bi lêv kir: “Ligel vê di banga ‘aştî û civaka demokratîk’ de wê rêxistinbûn jî bidome. Ji bo civakîkirina banga 27’ê Sibatê em têkoşînê dimeşînin. Tecrîd didome. Heta ku Rêber Apo azad nebe em ê vê kampanyayê bidomînin. Di 8’ê Mijdarê de li Kolnê  ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd çalakiya me hene. Heta Rêber Apo azad nebe wê mijar dirêj bibe.Em ê li Kolnê meşekê pêk bînin. Ji bo em bi sedhezaran kesî bînin gel hev em bi şev û roj dixebitin. Ji bo pergala Îmraliyê bi giştî ji holê rabe em ê têbikoşin. Em banga tevlibûna meşa 8’ê Mijdarê li hemû kesî dikin.”