ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-29 09:00:00     *Xizma girtî Fatma Surme da zanîn ku cezayê giran ên girtîgehê ne mirovahî ne û got Tirkiye di mijara aştiyê de samîmî be divê mafê hêviyê pêk bîne, di serî de Rêberê Gelê Kurd û hemû girtiyan divê berdin. DÎMEN HEYE    *JINHA ku 9 sal berê bi KHK’ê hat girtin, di zimanê serdest yê mêr de guherînên mezin afirand, rojnamegerên jin têkoşîna vê îro jî didomînin. DÎMEN HEYE   *Hevseroka DBP’ê ya Amedê Ruçem Elyakut gava dîrokî ya Tegera Azaiya Kurd der barê ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de avêtiye nirxand û da zanîn ku gava dîrokî ya ku tevgera azadiya Kurd avêtiye israra di daxwaza aştiyê de carek din nîşan daye û got di asta duyemîn a pêvajoyê de divê her kes rola xwe bilîze. DÎMEN HEYE   *Nivîskar û rojnameger Hoda Khomosh birîna înternetê ya li Afganîstanê nirxand û got: “Ji bilî perwerde û aboriyê, înternet ji bo deng bê bihistin ‘xwegîhandina dîjîtal ji bo jiyana jinan gelek girîng e’ û di rewşa ev bidome de wê jin seranserê nîfşan windahiya perwerde û aboriyê bijîn.”