Şîna Zozan Ayaz bi girseyî hat ziyaretkirin 2025-10-27 15:39:08     WAN - Şîna gerîlaya YJA Starê Zozan Ayaz ku di 13’ê Hezîrana 2018’an li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.    Gerîlaya YJA Starê Zozan Ayaz (Berçem Berxwedan), di 13’ê Hezîrana sala 2018’an de li Herêma Federe ya Kurdistanê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Ji bo Zozan Ayaz li Taxa Mamedalan a navçeya Qelqelî ya Wanê şîn hate danîn.    Bi sedan kes çûn serdana şînê. Destûr nehate dayin ku şîn li mala şînê ya taxê ku xelkê taxê bi derfetên xwe ava kiribûn were danîn. Li ser vê yekê malbatê li baxçeyê malê konek vegirt û şîna xwe li vir danî. Şîna ku du roj berê hatibû danîn, îro bi xwendina mewlûdê bi dawî bû.