Piştî biryara Tevgera Azadiyê banga gavavêtinê li Tirkiyeyê hat kirin 2025-10-27 15:29:41     ENKARA – EFFP di daxuyaniyekê de derbarê biryara Tevgera Azadiya Kurd de got, "Em wekî erk û berpirsiyariya xwe ya hevpar dibînin ku em vê derfeta dîrokî ji dest nedin" û bang li Tirkiyeyê jî kir ku gav bavêje.   Foruma Ewropî ya Azadî û Aştiyê (EFFP) derbarê biryara serokatiya Tevgera Azadiya Kurd a vekişîna hemû hêzên gerîla ji Tirkiyeyê daxuyaniyek çapemeniyê da.   Forûmê destnîşan kir ku fesihkirina PKK'ê û bidawîkirina fermî ya têkoşîna çekdarî di kongreya xwe ya di 7-12'ê Gulana 2025'an de û danîna sembolîk a çekan di 11'ê Tîrmehê de gaveke girîng bû û ev tişt hat gotin, "Wekî berdewamiya vê veguherîna siyasî, daxuyaniya Tevgera Azadiya Kurd a vekişîna hêzên xwe yên çekdar ji Tirkiyeyê di 26'ê Cotmehê de gaveke din a sozdar, berpirsiyar û dîrokî ber bi avakirina atmosferek siyasî ya bê tundûtûjî û bidestxistina çareseriyek demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a sedsalî temsîl dike."   'Divê çarçoveya yasayî û siyasî di zûtirîn dem de were danîn'   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev gavên ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ve hatine avêtin, ji bo gelên Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn derfetên girîng afirandine û daxuyanî wiha hat berdewamkirin"Ger aştiyek bi rûmet were bidestxistin, dê hemû gel jî sûdê werbigirin; dê deriyên jiyaneke hevpar a li ser bingeha wekhevî, azadî û demokrasiyê werin vekirin. Lêbelê, ger ev derfet were windakirin, îhtîmala windahiyên mirovî û madî yên nû, wêranî û êşên ji bo dehsalên pêş de heye. Ji ber vê yekê, pir girîng e ku hemû beşên civakî û siyasî berpirsiyariyê bigirin ser xwe û îhtîmala aştiyê xurt bikin."   Di berdewamiya daxuyaniyê de daxwaz wiha hatin rêzkirin:   *Em bawer dikin ku Komîsyona ku di Parlamentoyê de hatiye damezrandin  çarçoveya pêwîst a qanûnî û siyasî di zûtirîn demê de zelal bike.   *Rêziknameyên qanûnî yên ku werin derxistin divê ji sînorên 'efûya demkî û taybet' derkevin û azadiyên demokratîk ên daîmî û berfireh garantî bikin.   *Dewlet divê li gorî peymanên navneteweyî yên ku ew alîgirê wan e û qanûna navneteweyî tevbigere.   *Divê qanûnên dij-demokratîk werin betalkirin, rê li ber siyasetê vekin.   *Divê biryarên DMME werin bicîhanîn, divê pratîkên qeyûman bi dawî bibin û kesên ku ji ber çalakî û ramanên xwe yên siyasî di girtîgehan de rehîn hatine girtin werin berdan û vegera wan a siyasetê were misogerkirin. Em ji bo pêşerojek demokratîk li bendê ne ku ew daxwz tavilê werin bicîhanîn.   'Em amade ne ku bi her awayî piştevniyê bikin'   Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Gelên Tirkiye û Kurdistanê di şerê bi salan de bedelên giran dane.  Bijarteya îro li ber me an aştiyek bi rûmet an jî zêdekirina êşên nû li êşên berê ye. Civaka sivîl jî berpirsiyariyek girîng digire ser xwe da ku piştrast bike ku ev derfeta dîrokî nayê windakirin û xewna me ya aştiyê dibe rastî. Divê berpirsiyariya sereke ya kesên ku ji bo aştiyê parêzvan in be ku zextê li hêza siyasî û dewletê bikin da ku bersivek bidin gavên ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnê hatine avêtin. Wekî  EFFP'ê, em îrade û biryardariya xwe ya ji bo beşdarbûna bi her awayî di avakirina azadî, edalet, demokrasî û aştiyê de dubare dikin. Erk û berpirsiyariya me ya hevpar e ku em piştrast bikin ku ev derfeta dîrokî divê ji dest neçe."