ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2025'AN 2025-10-27 09:00:00     *Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk da zanîn ku pakêtên darazê yên tên derxistin ne tenê qanûn, angajmanên wan ên îdeolojîk jî hene û got pakêta darazê ya nû ku amadekariyên wê tên kirin jî armanca parçekirina têkoşîna jinê dihewîne û di rewşa bibe qanûn de wê gelek sûcan biafirîne. DÎMEN HEYE    *Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, diyar kir ku tevî qeyûm hatiye tayînkirin jî şûnde gav neavêtine, nava gel de cih girtin û xebat meşandine.DÎMEN HEYE   *Jinên ku li ser biryara vekişîna Tevgera Azadiyê ya Kurd nirxandin kirin gotin, "Pitî ve pêngavê ji ku dewleta tirk di warê hiqûqî de gavê neavêje tu hinceta wê nema ye." DÎMEN HEYE