Kooperatîfa Jinan: Cihê hilberîn û piştevaniyê 2025-10-26 09:02:40     Buşra Turan   WAN-Kooperatîfa Jinan a Evîn, ji bo jin aboriya xwe bidest bixin piştgiriyê dide, ji bo jin tevli jiyana civakî bibin derfetan dide. Jinên di kooperatîfê de hilberînê dikin wiha gotin: “Her tiştê em bi keda xwe bidest dixin serkeftin e.”   Di alî aborî û jiyana civakî ya jinan de kooperatîfîtî gelek girîng e. Kooperatîf  ji bo jin di hilberînê de cih bigirin, qadekê vedike û di heman demê de hewl dide ku jin ji rolên kevneşopîyî derkevin.  Jin ji xwe re qadên civakî vedikin û hawireke ku dikarin bîhna xwe bigirin vedikin. Di bin banê Kooperatîfa Jinan a Evîn de jin tên gel hev û piştevaniyê mezin dikin. Hilberîna cil û bergan dikin û difroşin û bi vê re aboriya xwe bidets dixin û dibin xwedî hêz.   Qayiman girt jinan vekir   Kooperatîfa Jinan a Xwasor ya li Wanê di 2015’an de hat vekirin, îmze avêt binê xebatên girîng. Di bin banê kooperatîfê de sebze hat çandin, tirşî hat çêkirin, xwarinên herêmî hatin çêkirin. Her wiha berhemên paqijî û hîjyenê jî hatin hilberandin. Lê di 2016'an de bi tayînkirina qeyûman re Kooperatîf hat girtin. Bi armanca zindîkirian qadên hilberîna jinan du sal berê bi hatina gel hev a 15 jinan Koperatîfa Jinan a Evîn hat vekirin.   ‘Koperatîf ji bo me derfetek xweş e’   Yek ji kedkara kooperatîfê Hasret Îpek balkişand ser girîngiya xebatên koopearatîfê ku keda jinan dide xuyakirin, diyar kir ku kooperatîf ji bo jinan wateyek girîng di xwe de dihewîne. Hasret Îpek wiha vegot: “Ev kooperatîf ji bo jinan gelek girîng e. Ji bo jin li ser lingê xwe bisekinin derftek mezin dide. Em dixwazin ev kooperatîf hîn bêtir pêş bikeve. Em dixwazin  xew pêş bixînin. Em hemû di krîzek aborî de ne. Ev kooperatîf me li ser piyan digire. Ev ji bo me derfet e.”   ‘Em bi keda xwe bi ser dikevin’   Hasret Îpek destnîşan kir ku kooperatîf ji bo jinan di alî aborî û psîkolojîk de rolek xurt dilîze û wiha anî ziman: “Kooperatîf piştgiriyek baş dide me. Em jî dixwazin vê pêş bixînin. Em li vir pereyê xwe qezenc dikin û baweriyê dide me. Em dixwazin li vir zêdetir piştgiriyê bidin. Biserketina jinan girîng e. Em di alî aborî de piştgiriyê didin malbata xwe. Em hewcedariyên xwe digirin. Divê her jin vê bike.”   ‘Li vir patron tuneye’   Gurbet Akti jî daxuyand ku li vir cilên zarokan didrûn û got xebatên ku jinan di alî aborî de xurt dikin gelek girîngin. Gurbet Akti wiha anî ziman: “Em dixwazin xwe pêş bixînin û alîkarî ji bo me bê dayîn. Ji bo em vê kooperatîfê li ser piyan bigirin em hemû hewl didin. Em jin divê li ser piyan bisekinin. Em li vir berheman hildiberînin lê divê bi stokan sînor nemîne. Divê piştgiriyê bidin me. Em ê xwe hîn bêtir pêş de bibin. Li vir patron tune ye. Her kes wekhev e. Em ê serkeftîtir bin.”