Li Rezanê semînera penceşêra memikan 2025-10-24 12:24:16   AMED - Di çarçoveya Meha Hişyariya li dijî Penceşêra Memikan de, ji aliyê Şaredariya Rezanê ve semînerek hate lidarxistin.   Rêveberiya Polîtîkayên Jinan a Rezanê û Navenda Tenduristiyê ya Amedê ji bo Meha Hişyariya li dijî Penceşêra Memikan semînerek li dar xist. Semîner li Navenda Pirarmanc a Zarok û Malbatê ya Narîn hate lidarxistin û hejmareke mezin ji jinan beşdar bûn.   Semînerê li ser nîşanên penceşêra memikan, faktorên rîskê, rêjeyên rîskê û rêbazên pêşîlêgirtinê agahî da.   Piştî pêşkêşkirinê, karmendên Navenda Tenduristiyê bersiva pirsên jinan dan.