Tê payin ku Şandeya Îmraliyê di 28’ê Cotmehê de bi Erdogan re hevdîtinê bike 2025-10-23 11:31:13   ENQERE - Tê payin ku hedîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan di 28’ê Cotmehê de were kirin. Têkildarî saet û cih tu agahî nehatin parvekirin.    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, duh beşdarî bernameya Îlke TV’yê bû û got ku tê plankirin ku Şandeya Îmraliyê bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re hevdîtinê bike.    Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, tê plankirin ku hevdîtin di 28’ê Cotmehê de were kirin. Têkildarî cih û saeta hevdîtinê tu agahî nehatin parvekirin.