Şandeya Îmraliyê çû serdana siyasetmedarên girtî 2025-10-23 11:30:23   ENQERE - Endamên Şandeya Îmraliyê çûn serdana siyasetmedarên girtî Fîgen Yuksekdag, Selahattîn Demîrtaş, Semra Guzel û Selçûk Mizrakli.    Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, çûn serdana Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê berê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û wekîla HDP’ê ya berê Semra Guzel.    Şandeyê, têkildarî serdanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku rewşa wan bi giştî baş bû.    Bi domdarî hate gotin ku di hevdîtinê de bi esasî li ser pêvajoya aştiyê axivîne û siyasetmedarên girtî piştgirî dane û anîne ziman ku ji bo serkeftina pêvajoyê amade ne her tişta dikeve ser milê xwe bikin. Şandeyê, di berdewamê de got ku ragirtina hevalên wan a di girtîgehê de nayê qebûlkirin, divê ev bêedaletî tavilê bi dawî bibe û azad bibin.