ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2025'AN 2025-10-22 09:00:00     *Jinên TJA’yê yên bi dirûşmeya "Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin" meşiyan wiha gotin: “Ev meş ne bertekek ku spontane pêş ketiye. Ev gaveke rêxistinirî ya berxwedana bi salan hatiye hûndinê ye. Bi taybet biryarbûnû tecrubeya dîrokî ya tevgera jinên Kurd carek din nîşan da. Em jin ji bo pêkhatina aştî û azadiyê bi biryarin ku vê têkoşînê bimeşînin.” BI DÎMEN    * Tansu Işikli ku ji ‘propaganda rêxistinê’ hat darizandin û piştre hat girtin, ne di qawişa siyasî de, di ya edlî de dikin hucreya yek kesî. Tansu Işikli da zanîn ku girtîgehê gotiye ev sûc ne siyasî ye edlî ye û tevî hemû îtîrazan di hucreyê de girtine. BI DÎMEN    *Nazli Atan da zanîn ku bila aştî pêk bê û keda yên jiyana xwe ji dest dane winda nebe. Kurê Nazli Atan Serhat Koyuncu di 2015’an de jiyana xwe ji dest dide. Nazli Atan da zanîn ku kurê wê û bi dehezarana kesên di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane, ji bo aştî û azadiyê têkoşîn meşandine.BI DÎMEN