Jin li Amedê li ser Aştî û Civaka Demokratîk axivîn 2025-10-20 20:42:56   AMED - Jinên ku li Amedê hatin cem hev, diyar kirin ku divê pêvajoya aştiyê bi pêşengiya jinan û li ser bingeheke wekhev bê meşandin. Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bang kir ku jin di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de roleke aktîf bigirin.   Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Rêxistinên Sivîl û Partiyên Siyasî Berpirsyar Ozlem Gunduz, Parlamenter Adalet Kaya, ligel Meclîsa Jinan a Amedê, bi armanca axaftina li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, li Amedê bi jinan re hatin ba hev.   Dezgehên jinan ên Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS), rêxistinên ked û pîşeyê û gelek jin beşdarî hevdîtinê bûn.   Di hevdîtinê de, nirxandinên berfireh li ser mijarên wekî çawaniya destgirtina pêvajoya aştiyê, dê çawa pêvajo ji aliyê jinan ve bê xwedîderketin û xeta têkoşînê divê li ser kîjan bingehan bê avakirin, hatin kirin.   Di civînê de, endama Komîsyona DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, xebatên ku di komîsyonê de tên meşandin ragihand û bal kişand ser wê yekê ku divê komîsyon erka xwe ya bingehîn bi cih bîne.   Di hevdîtina ku girîngiya cihgirtina hemû aktorên pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di şert û mercên wekhev de hat destnîşankirin de, hate gotin ku divê Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê pêkanîn, girîngiya hevdîtina rasterast a komîsyonê bi Abdullah Ocalan re, û pêwîstiya ku Komîsyon û Parlamento di pêvajoya amadekirina zagonên serdema veguhêz de berpirsiyariyê bigirin. Herwiha, daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî, di serî de girtiyên nexweş, hate dubarekirin.   Jinên ku di hevdîtinê de axivîn, destnîşan kirin ku li aliyekî pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê meşandin, li aliyê din divê têkoşîna li dijî êrîşên li ser jinan bên mezin kirin. Jinan destnîşan kirin ku pêngavên ku di çarçoveya 10 Salîya Nifûs û Malbatê û Pakêta 11’an a Darazê de tên avêtin, sûcên nefretê gur dikin û mafên bidestxistî yên jinan xesp dikin, ev yek di heman demê de destwerdaneke li pêvajoya aştiyê ye û jin dê destûrê nedin vê yekê.   Di hevdîtinê de, polîtîkayên ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di bingeha parlamenê de pêk tîne û redkirina pêşniyara derbarê kuştina Rojîn Kabaiş de, wekî nîşana israra desthilatdariyê ya di polîtîkayên serweriya mêr de hate nirxandin. Jinan destnîşan kirin ku divê rêziknameyên zagonî ne tenê wekî vê pêvajoyê; di heman demê de wekî têkoşîneke dijberî zayendperestî û mêtingeriyê bên destgirtin.   Di civînê de hat gotin ku divê li hemberî budçeya şer, budçeya aştiyê bê avakirin û ev budçe ji bo jin, ciwan û zarokan xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Girîngiya amadekirina planeke çalakiyê ya herî kêm pênc salî bi pêvajoya têkoşîn û muzakereyê re û misogerkirina beşdariya hemû aliyan di pêvajoya amadekirina vê planê de hate derbirîn.