Li Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê bê lidarxistin 2025-10-20 15:36:53   DÊRSIM - Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê dê mitînga xweza û hawirdorê li dar bixe. Platformê, banga tevlibûna mitîngê kir.    Platforma Xweza, Jiyan û Hawirdorê ya Dêrsimê, dê di 16’ê Mijdarê saet di 12.00’ê de li Qada Seyîd Riza mitîngê li dar bixe. Platformê, têkildarî mitîngê li avahiya KESK’ê daxuyanî da. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn.    Di daxuyaniyê de banga tevlîbûna mîtîngî li welatiyan hat kirin.