Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em ê teslîmî çavtirsandê nebin 2025-10-17 12:07:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya şewitandina baregeha komîteya xwe ya li Dêrazorê şermezar kir û tekez kir ku ev hewldanek ji bo tepeserkirina dengê jinên azad û têkbirina têkoşîna wan e.   Komeke çekdar a girêdayî şaneyên terorîst ên DAIŞ'ê, di 15’ê Cotmehê de baregeha Meclîsa Jinan a Zenûbiya li bajarê Ebû Hemam li gundewarê Dêrazorê ya li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şewitandin. Di encama şewatê de tişt bi kesî nebû lê zirarên madî çêbûn.   'Em kiryara terorîstî bi tundî şermezar dikin'   Kombûna Jinan a Zenûbiya îro derbarê vê bûyerê de daxuayniyek weşand. Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku kiryara terorîstî ya tirsonek a ku ji hêla şaneyek girêdayî terorîstên DAIŞ'ê ve hatiye kirin û baregeha wan hatiye şewitandin. Daxuyanî wiha dom kir: “Em vê êrîşê şermezar dikin. Ev êrîşa hovane di rêze hewldanên hêzên tarî de ji bo çandina tirs û xofê ya di nav jinan de û bêdengkirina dengê wan ê azad ku ji bo parastina azadî, rûmet û edaleta civakî rabûne ser piyan, çêbûye."   'Li dijî terorîstên DAIŞ'ê jinên Rojavayî li pêş bûn'   Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi taybetî li Dêrazorê, şiyana xwe ya berxwedan û avakirinê îspat kirine û wiha hat domandin: “Di şerên rizgarkirina herêmê ya ji terora DAIŞ'ê de li eniyên pêş bûn û canê xwe feda kirin da ku civak bikaribe bi azadî û aştî bijî. Xwîna şehîdên jin ên ku bi baweriya xwe ya bi edaleta dozên jinan re li dijî terorîzm û tundrewiyê sekinîn, dê wek çirayek bimîne ku rêya têkoşîna me ronî bike. Em ê nehêlin ku ev qurbanî di bin gefa îdeolojiya tundrew an jî zihniyeta mêr a ku baweriya xwe bi hebûna jinan an jî mafê wan ê jiyaneke azad û bi rûmet nayne de, winda bibin an jî ji bîr bibin."   'Hedefgirtina avahiya me hewlên têkbirina îradeya jinan e'   Di daxuayniyê de hat destnîşankirin ku hedefgirtina avahiya Komîteya Kombûna Jinan a Zenûbiya hedefgirtina her jineke azad e ku ji bo avakirina civakek demokratîk dixebite û wiha hat gotin: “Hewldanek ji bo têkbirina îradeya jinên rêxistinkirî, ku îro stûnek bingehîn di bidestxistina ewlehî, aramî û pêşkeftina civakê de li herêmê pêk tînin e.”   'Em ê teslîmî gef û çavtirsandinên terorîstan nebin'   Kombûna Jinan a Zenûbiya di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê teslîmî tu gef û çavtirsandinê nebin û wiha pê de çû: "Em ê xebata xwe bêwestan bidomînin da ku jinan bi awayekî bibandor di hemû warên siyasî, civakî û aborî de birêxistin bikin, perwerde bikin û hêzdar bikin. Em ê bibin dengê jinên azad ên ku ji bo edalet û wekheviyê têdikoşin. Her wiha em soz didin ku em ê li ser rêya têkoşîn û berxwedana rewşenbîrî û rêxistinî berdewam bikin heya ku em civatek azad û demokratîk ava bikin, ku baweriya xwe bi edalet û wekheviyê tîne."   ‘Hewlên zindîkirina DAIŞ’ê rawestînin’   Di daxuyaniyê de bang li hemû saziyan û civaka navneteweyî hat kirin ku bi tundî li dijî hewldanên vejandina îdeolojiya DAIŞ'ê ku aştî û ewlehiya herêmê tehdît dike, rawestin û ji bo piştgiriya têkoşîna jinan a li dijî van êrîşên sîstematîk ên ku hebûn û rola wan a pêşengiyê hedef digirin, bixebitin.