Berdana girtiya 30 salan cara sêyemîn hate taloqkirin 2025-10-17 11:37:39       NAVENDA NÛÇEYAN - Berdana Ardil Çeşme ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê girtî ye, cara 3'emîn bi rengekî kêfî hate taloqkirin.   Berdana girtiya siyasî Ardil Çeşme beriya niha 2 caran her carê jî bi 6 mehan hatibû taloqkirin.   Bi hinceta "Têkiliya xwe ya bi rêxistinê re dewam dike" berdana Ardil Çeşme ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ve cara 3'emîn ji bo 6 mehan hate taloqkirin.   Li gorî agahiyan, berdana Nûrcan Aslan û girtiyeke din a jin a li heman girtîgehê bi heman hincetan hate taloqkirin.