Li ser bedena Rojînê 2 DNA, di dosyayê de nezelalî 2025-10-15 09:05:01     Şehrîban Aslan    AMED - Di rojên borî de rapora ATK’ê ya der barê Rojîn Kabaîş de hat aşkerakirin. Parêzer Îrem Îlhan da zanîn ku di dosyayê de gelek îhmal hene û got: “Dosyaya Rojînê ne dosyayek ji rêzê ye. Testa dewletê ya berpirsyariyê ya li hember mafê jiyana jinan e.”   Saziya Tipa Edlî, di rapora der barê Rojîn Kabaîş de amade kir de tespîta DNA’yên aydê du kesan tespît kiribû. Lê nehat aşkerakirin li ser kîjan beşên bedenê ev DNA hatine dîtin. Bi israrên malbat û parêzeran piştî salekê bi daxwaza dadgehê ATK’ê rewş aşkera kir. ATK’ê daxuyan ku DNA’yek li ser sînga Rojîn Kabaîş, ya din li ser vajînaya wê hatiye tespîtkirin. Ev tespîta dosyaya Rojîn Kabaîş ku xwedî grîngiyek krîtîk e, salekê hat veşartin. Bertekên civakê ya li dijî vê her diçe mezin dibe.   Nûnera Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê parêzer Îrem Îlhan ku şopdara dosyayê ye, der barê dosyayê de axivî.   Bal kişand ser hevkariya du baroyan    Îrem Îlhan da zanîn ku daxuyaniya hevpar a baroyan ji nûve nîşan daye ku dosya ne mirineke guman a jinê ye, qetilkirin an jî êrîşeke zayendî ya wijdanê rayagiştî eleqeder dike ye. Îrem Îlhan wiha vegot: “Daxuyaniya her du baroyan peyama êdî rayagiştî û merciyên lêpirsînê nikare pêvajoyê bi bêdengiyê bimeşîne, daye. Her du baroyan piştevanî daniye holê. Berpirsyariya lêpisîneke bi bandor ya ku Peymana Stenbolê û CEDAV’ê pêşniyar dike bi bîr xistiye. Armanca vê îradeya hevpar, asta lezkirina lêpirsînê û astengkirina serîgirtina delîlan bû.”   ‘Bi israr gotin întîxar e’   Îrem Îlhan der barê gotinên ku Rojînê întîxar kiriye de jî wiha vegot: “Mixabin li vî welatî mirinên biguman ên jinan bi întîxarê tên giritn. Dosyaya Rojînê jî heman awayî bû. Roja Rojînê hat dîtin Waliyê Wanê û Rektorê zanîngehê çû cem malbatê û got ‘Rojînê întîxar’ kiriye. Bi vî awayî nêrîna întîxar kiriye belav bû. Bêyî ku tu daneyek şênber hebe gotin întîxar kiriye. Lê peywira dewletê ev e ku  lêpirsînek bi bandor bimeşîne.”   Kêmasî nehatin çareserkirin, hat veşartin, îhmal..   Îrem Îlhan balkişand ser dijhiqûqiyan û wiha anî ziman: “Di dosyayê de dijhiqûqiyên tibî û hiqûqî hatin jiyîn. Derengxistin, di alî komkirina delîlan de, nirxandinan de dereng man. Veşartin û îhmal hebûn. Dema delîl kom kirin gotin kamera xerabebû. Di rewşa normal de divê çi bihata kirin? Ev kamera xerabûya jî divê bihata tespîtkirin û biketa girtehan. Lê di dema dozgerê ewil de gotine ev kamera xerabeye û  kamera nekirine bin parastinê.  Rast e gotine kamera xerabeye û xistine dosyayê. “   ‘Têkoşîna malbatê hişmendî afirand’   Îrem Îlhan balkişand ser du DNA’yên hatine dîtin û ev tişt bi lêv kir: “ Ji ser bedena Rojînê du DNA hatibûn dîtin. Lê rapora ku ji kîjan beşên beden hatine girtin nehat aşkerakirin. Ev îhmaleke mezin e. Tipa Edlî ev dereng xist.  Heta me der barê vê de serlêdana sûc kir. Malbat saleke têdikoşe. Vê têkoşînê hişmendiyek afirand. Malbat li dijî bêdengkirinê têkoşîna heqîqetê dide. Ev berxwedan nîşan dide ku mirinên jinan ne qeder e, polîtîk e. Dosyaya Rojînê ne dosyayek ji rêzê ye. Testa dewletê ya berpirsyariyê ya li hember mafê jiyana jinan e.”