UNICEF: Rewşa jin û zarokên li Xezayê xirab e 2025-10-03 21:41:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Xezayê rewşa dayikên bi zarok ne baş e, NY der barê mijarê de hişyarî kir ku sektora tenduristiyê ji ber nebûna dermanan wê hilweşe.   Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku dayik û zarokên biçûk li Xezayê ji ber kêmbûna kelûpelên bijîşkî zehmetiyan dikşînin.   Berdevkê UNICEF`ê James Elder bi rêya vîdyoyekê ji Xezayê li Cenevreyê ji rojnamevanan re got: "Rewşa dayik û zarokên şîr li Xezayê qet ji vê xirabtir nebûye.Li nexweşxaneya Nasir, em dibînin ku korîdorên nexweşxaneyê tije jinên ku nû zarok anîne ye." Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku sîstema tenduristiyê li ber hilweşînê ye.   Rick Peeperkorn, nûnerê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê li Filistînê diyar kir ku wî qet Nexweşxaneya Nesir ewqas qerebalix nedîtiye, ji ber ku nexweş ji bajarê Xezayê, ber bi başûrê Xezeyê direvin.   Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji 36 nexweşxaneyên li Xezayê tenê 14 nexweşxane qismî dixebitin.