Lijneya Giştî ya Meclîsê dest bi xebatên dema nû kir 2025-10-01 18:05:09   NAVENDA NÛÇEYAN – Liljneya Giştî ya Meclîsê dest bi xebatên xwe kir. Serokomar Tayyîp Erdogan mafê axaftinê girt û piştî axaftinê, Tayyîp Erdogan bi DEM Partî, MHP û serokê meclîsê re hat gel hev.   Piştî betlaneya demsala havînê, Meclisê dest bi sala nû ya qanûndanînê kir. CHP’ê, ji ber opesayonên li dijî şaredaran, girtinan û mudaxileyên li dijî kongreya partiyê nehat Meclisê û protesto kir. TÎP jî tevli rûniştinê nebû.    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan beriya axaftina xwe silav da Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan û Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî. Erdogan, piştî axaftina xwe ji ewil çû cem koma DEM Partiyê û silav da.    Tayyîp Erdogan, bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got ku ji par heta niha têkildarî hedefa xwe ya “Tirkiyeya bêteror” de gavên dîrokî avêtine û pêşketineke girîng bi dest xistine. Tayyîp Erdogan wiha got: “Ji ber sekna wê ya çêker û hewldanên wê yên di rêya xelaskirina Tirkiyeyê ji terorê, spasiya şande û rêveberiya DEM Partiyê dikim. Ez Wekîlê Stenbolê birêz Sirri Sureyya Onder ku heta nefesa xwe ya dawî ji bo hilweşandina dîwarê terorê û ji bo di her bihosta welat de aştî û xwişk-biratî serwer be têkoşiya jî bi rehmet bi bîr tînim.”   Balkişand ser komîsyonê   Erdogan di berdewamiyê de bal kişand ser Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê û got: “Bi nûnerên piraniya partiyên me yên siyasî re dest bi xebatan kir, heta niha 12 caran civiyaye. Dema komîsyonê xebatên xwe temamkir jî bêguman dê gelek daneyên girîng li ber destê me bin. Piştî nîqaş û lihevkirina li ser pêşniyarên ji komîsyonê re hatine kiri, dê pêvajoya din bibe ya xistina wan a meriyetê. Li vir ya girîng ew e ku partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê di meseleyeke wiha ya xwecihî, neteweyî û çareseriyê de bar bigirin ser milê xwe, di bin sîwana heman komîsyonê de bên gel hev, biaxivin, bi rêzdarî hev guhdarî bikin û li ser bişêwirin. Ev yek, ji hêla demokrasiya welatê me ve destkeftiyeke mustesna ye. Vê komîsyonê nîşanî me da ku bi çekan çareserî nabe. Her tişt dikare di çarçoveya rêzgiriyê de bê axaftin, nîqaşkirin. Komîsyon civiya û her tişt bi aşkerayî axivî û ev ne ji bo zirara Tirkiyeyê ye. Bêguman ev ji bo başiya Tirkiyeyê ye. Bi vê wesîleyê ez spasiya hemû endamên wê dikim û ji bo xebatên ji vir şûnde jê re serkeftinê dixwazim.”   Piştî runiştinê hevdîtin   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), MHP, Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan û Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş piştî rûniştina ewil a vekirina Meclisê hatin gel hev. Hevdîtin nêzî nîv saetê domiya û li Dîwana Serokatiya Meclisê hate kirin.    Têkildarî hevdîtinê tu hûrgilî nehatin parvekirin. Hat zanîn ku rojeva civînê xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê bû.