‘Daxwaza me aştiyeke adîlane, wekhev û azad e’ 2025-09-12 09:04:22     Elfazî Toral   STENBOL - Semra Yildiz û Cemîle Çelebî diyar kirin ku ew tevî êşên ku hatine jiyîn wê daxwaza aştiyê bidomînin.   Bi banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gavên çareseriya bi rêbazên demokratîk a ji bo pirsgirêka Kurd hatin avêtin. Koma Aştî û Civaka Demorkatîk di çarçoveya pêvajoyê de  merasîma şewitandina çekan pêk anî.  Pêvajo didome û malbatên kesên ku di pêvajoya pevçûnê de jiyana xwe ji dest dane yên herî zêde piştgiriyê didin pêvajoyê ne. Dayika Kava Çelebî yê jiyana xwe ji dset daye Cemîle Çelebî û Semra Yildiz a hevjînê wê tevli PKK’ê bûye, diyar kirin ku tevî hemû êşên jiyane wê daxwaza ji bo aştiyê bidomînin.   Semra Yildiz da zanîn ku di salên 1990’î de li Kerboran a Mêrdînê dijiyan û her tim bi zextên dewletê re hatine rû hev û got: “Dewletê her roj bi ser mala me de girt. Dewletê gelek caran tundî li hevjînê min Galîp Dag dikir. Ez hîna du salî zewicandî bûm. Hevjînê min li dijî zextan serî netewand. Tevli PKK’ê bû. Ji wê rojê de me agahî jê negirt. Bavê min jî girtin. Çend salan girtî ma. Zarokên min biçûk bûn. Kesekî me tune bû. Em hatin Stenbolê. Em bi zor hatin koçberkirin. Em li vir xebitîn. Ev 13 sale em li Stnebolê ne. 2 kur û keçek min heye. Bavên xwe qet nedîtin. Dema çû zarok biçûk bûn.”   'Em şahidên zextan e'   Semra Yildiz da zanîn ku di valakirina gundan de cerdevanî li wan hatiye ferzkirin û ev tişt bi lêv kir: “Ji ber me qebûl nekir êrîş dikirin. Em şahidên êrîşan e. Niha pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin. Em aştiyê dixwazin. Gelek canê me êşiys lê em dixwazin êdî kes êşê nekşîne. Bila xwîn nerêje. Ez bi dewletê bawer nkim. Ne rastin duristin. Em aştiyek bi rumet dixwazin. Em aştiyeke ku kes jiyana xwe ji dest nade dixwazin. Bila yên çiya vegerin malên xwe. Bila mafên wan bidin wan. "   ‘Kurê min şehîd ket’   Cemîle Çelebî jî diyar kir ku ji ber zextên dewletê koçber bûne û wiha vegot: “Em li gundê xwe bûn. Dewletê dest ji me berneda. Her roj bi ser mala me de digiritn. Zarokên me ji ber zextan nedihatin malê. Wek mahkuman bûn. Îşkence li hevjîn û xezurê min kirin. Gelek xizmên me ji ber zextan çûn çiyan. Em ji gund hatin Kerboranê. Dewletê li wir jî rehetî neda me. Îşkence kirin. Bi ser malan de girtin. 30 sal e li Stenbolê dijîm. 4 zarokên min hene. Kurê min tevli PKK’ê bû û şehîd ket. Dewletê cenazeyê kurê min neda.”   ‘Bila kes êşê nekşîne’   Cemîle Çelebî destnîşan kir ku yekane daxwaza wan aştî ye û bidawîbûna şer e û wiha dawî lê anî: “Em aştiyek wekhev, azad û adîlane dixwazin. Em jî mirovin mafên me jî hene. Tevî êşa me kişandiye em dibêjin aştî. Ez Tirkî nizanim. Zarokên me diçin dibistanê zimanê xwe ji bîr dikin. Em dixwazin zarokên me bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Em jî wek gelên din dixwazin xwedî maf bin û bi zimanê xwe biaxivin. Bila tu kes êşê nekşîne.”