Sozdar Avesta: Ji bo pêvajo pêş bikeve azadiya Ocalan divê 2025-09-05 10:12:28   NAVENDA NÛÇEYAN - Sozdar Avesta ragihand ku peyamên ji Îmraliyê têne dayin ji bo paşeroja pêvajoyê krîtîk in û got, “Aştî, civaka demokratîk û entegrasyon tenê bi rola yekser a Rêber Apo dikare pêk were. Em ê nehêlin ku naveroka pêvajoyê bê valakirin.”   Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bersiv da pirsên Stêrk TV'yê:   Di destpêkê de ez di şexsê Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG), pêşeng û rêberê têkoşîna Rojavayê Kurdistanê rêheval Nûreddîn Sofî, Fermandarê Akademiya Apollo hevrê Koçero Ûrfa, rêheval Bahtiyar Gabar, Fermandarê Eyaleta Rojavayê Zapê rêheval Mordem Çewlîg de ku di demên dawîn de şehadeta wan hate îlankirin û herî dawiyê jî endamê Komalên Ciwan rêvehal Çiya Rizgar ku bi nexweşiyekê şehîd bû, tevahiya şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurdistanê bi rêzdarî, hurmet, minetdarî û bêrîkirin bi bîr tînim û li ber bîranînan şehîdan bejna xwe ditewînim. Em deyndarên van lehengan in. Bi saya van şehîdan îro gelê Kurdistanê, tevahiya jinan, Rojhilata Navîn bi serbilindî qala azadî, wekhevî û têkoşîna ji bo mafê jinan û gelan dikin. Ez dubare şehîdan bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînim, em ê girêdayî bîranînên şehîdan bin û heta ku em bi awayekî teqez armanc û daxwazên wan pêk tînin, em ê li ser vê xetê têkoşînê bidomînin. Bi vê wesîleyê em dubare soza xwe ya ji hemû şehîdan re nû dikin. Her wiha ez bi wesîleya vê bernameyê li ser navê xwe û tevahiya hevalan silav, hezkirin û bêrîkirinên xwe yên bêdawî ji Rêber Apo re radigihînim. Di ronahiya Banga Aşitî û Civaka Demokratîk de ez 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî ku welatê me her çend kêmek jî be bi aramî hate pîrozkirin, li tevahiya kesên ji bo aşitî, demokrasî, azadî û wekheviyê têdikoşin pîroz dikim û gelên ku beşdarî çalakiyên vê rojê bûne, silav dikim.   Pêvajoya ku Rêber Apo da destpêkirin û niha jî dimeşîne a niha gihîştiye qonaxeke pir girîng û dîrokî. Weke we jî di pirsa xwe de anî ziman, Rêber Apo sala borî ji meha Kanûnê heya niha pêngavên pir girîng pêş xistin. Weke tê zanîn 11 mehan beriya niha di Cotmeha 2024’an de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî li Meclîsa Tirkiyeyê bangek kir. Banga wî li ser wî esasî bû ku Rêber Apo êdî dawî li şerê çekdarî bîne û pêvajoyeke demokratîk û aşitiyane bide destpêkirin. Ji bo vê yekê jî bang kir ku Rêber Apo were Meclîsê û di nava koma DEM Partiyê de biaxive. Rêber Apo jî li hemberî vê bangê ji nedîtî ve nehat, bersiv da û di 27’ê Sibata 2025’an de jî banga Aşitî û Civaka Demokratîk kir û pêngavên gelekî girîng pêş xistin.  Girêdayî banga Rêber Apo, Tevgera me di 1’ê Adarê de agirbest îlan kir. Her wiha di navbera 5-7’ê Gulanê de Tevgera me kongreya xwe li dar xist û di 12’ê Gulanê de encamên kongreya xwe bi raya giştî re parve kir û PKK’ê weke tevger fesixa xwe îlan kir. Pêngava herî girîng jî ew bû ku di pêşengtiya Hevserokatiya Konseya Rêveber de rêheval Besê Hozat û komeke hevalên ji rêveberiya me, meclîsa PAJK’ê, meclîsa PKK’ê û konseya KCK’ê jî di nav de 30 hevalan di 11’ê Tîrmeha 2025’an de merasîma çekşewitandinê li dar xistin. Bi rastî van pêngavên ku di pêşengtiya Rêber Apo de, bi hewldana Rêber Apo û li ser esasê perspektîf û paradîgmaya Rêber Apo û Tevgera me jî pêş xistine li herêmê û seranserê cîhanê hêvî mezin kirin. Hêviya jinan, gelan mezin kirin. Bi taybetî jî li Bakurê Kurdistan, Tirkiyeyê û gelek derdoran şîroveyên gelekî erênî kirin. Hêviya ku êdî aşitî pêş bikeve û demokrasî were vî welatî çêkir. Lê belê piştî van pêngavan herî dawiyê di 26’ê Tîrmehê de bi Rêber Apo re hevdîtinek hate kirin û ki wir û şûnde jî ji mehekê zêdetir bi tu awayî bi Rêber Apo re hevdîtin nehatin kirin. Nabe ku mijara hevdîtinên bi Rêber Apo re weke tişteke jirêz were fêmkirin. Ji ber ku mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo ye. Kesê ku pêvajoyê dimeşîne Rêber Apo ye. Diviya heya niha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bihata dabînkirin. Ji ber ku pêvajoyeke wisa dihat meşandin ku Tevgera Azadiyê bi salên dirêj têkoşîna wê meşand û a niha jî em di nava têkoşîneke wisa de ne ku bi tenê Rêber Apo dikare li ser navê Tevgera Azadiyê vê pêvajoyê bi rê ve bibe û pêş bixe. Tevgera me sermuzakerevanê xwe jî diyar kiriye ku ev yek jî biryara kongreya me ye. Di nava biryarên kongreya me de ji bo ku biryarên kongreyê pêk werin divê Rêber Apo bi awayê fîzîkî azad be. Divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were ku Rêber Apo biryarên kongreyê bixe meriyetê. Ev çi ne? Mijara çekdanînê ye ku di kongreyê de jî hatiye nîqaşkirin. Ya din jî ew e ku divê weke muzakerevan Rêber Apo di dewrê de be. Em li vê pêvajoya ku niha tê meşandin, dinêrin ku di hevdîtinan dawîn de her wiha we jî anî ziman, Rêber Apo hin xeteriyên li ser pêvajoyê dibîne. Her wiha em jî wan dibînin. Beriya niha jî hevalên me li ser navê Tevgera me derketin û bi rêya çapemeniyê raya giştî agahdar kirin. Yanî bi vî zimanî, bi vê dewlet û bi taybetî jî desthilatdariya AKP’ê û bi vê hişmendiya wê pêvajo di xetereyeke mezin de ye. Çima di xeteriyê de ye? Ji ber ku bi rengekî berpirs tevnagerin. Bi cidî û jidil tev nagerin. Ji bo berjewendiyên xwe gelekî di çarçoveyeke pragmatîk de tevdigerin. Li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Di meha derbasbûyî de jî ev yek hate dîtin. Yanî pêvajo bes bi gotinan nayê meşandin. Bo nimûne piştî merasîma çekşewitandinê Serokkomarê Tirkiyeyê derket û hin tişt anîn ziman. Bi awayekî erênî jî hatin şîrovekirin. Tevgera me jî bi awayekî êrênî şîrove kir. Lê belê piştî wê çi hate kirin? Piştî wê dîsa li gorî berjewendiyên xwe xwest ku hundirê vê pêvajoyê vala bike. Ev yek tên dîtin û li ber çavan in. Ji ber wê yekê jî ger ku em vê pêvajoyê bi awayekî giştî binirxînin, weke Rêber Apo jî gotiye, mudaxeleyeke cerahî, rast û çêker were kirin dîsa wê bes ji aliyê Rêber Apo ve were kirin. Ji ber ku projeya Rêber Apo ye, fikir ya Rêber Apo û Rêber Apo vê pêvajoyê bi rê ve dibe. Divê tenê deriyên Îmraliyê venebin di heman demê de divê êdî Rêber Apo ji wir derkeve. Bo nimûne beriya niha ji aliyê hevalên me yên din ve jî hate gotin. Li ser hin çapemeniyên şerê taybet û hin kes bi zanebûn dibêjin ku Rêber Apo naxwaze ji Girava Îmraliyê derkeve. A rastî ev hemû bi zanebûnî dixwazin têgehekê ava bikin. Dixwazin bi van gotinan rojevê berovajî bikin. Yanî divê Rêber Apo azad be. Li ku derê guncaw bibîne helbet wê li wê derê xebatên xwe bide meşandin. Lê belê divê şert û mercên azadiya fîzîkî werin dabînkirin. Ji pêngavên hatine pêşxistin û heya niha pêngaveke di vî warî de hatiye avêtin tine ye. Berovajî wê ew hevdîtinên ku beriya merasîma çekşewitandinê ku hinekî dihatinkirin, hatine rawestandin yan jî kêm kirin. Herî dawiyê heyeteke ji DEM Partiyê çû Îmraliyê lê belê ev pêvajo bes bi van yekan naçe serî. Gelek kesên ku Rêber Apo dixwaze wan bibîne, hene. Divê Rêber Apo bi kesên ku dikare vê meseleyê bi wan re nîqaş bike, rewşenbîr û pisporên destûra bingehîn û kesên xwediyê fikra çareseriyê bikeve têkiliyê. Her wiha gelek kesên ku bi xwe dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin, hene. Divê Rêber Apo bi hemû awayan di dewrê de be. Ger Rêber Apo nekeve dewrê jî bêguman ev pêvajo nameşe. Ev yek heqîqetek e. Çima me bal kişand ser gotinên Devlet Bahçelî? Yanî Devlet Bahçelî bi xwe pêngavên ku Rêber Apo avêtin, silav kirin. Weke avakar û serokê vê Tevgerê bi nav kir û silav kir. Got ku hewlldanên Rêber Apo gelekî çêker û erênî ne. Lê belê li aliyekî din ve jî em lê dinêrin ku li ser çapemeniya şerê taybet ya desthilatdariya AKP’ê hê jî zimanê terorê bi kar tînin û vê yekê berdewam dikin. Hê jî dibêjin ku pirsgirêk, pirsgirêka terorê ye. Di bin vê binavkirinê de dixwazin ku pirsgirêka Kurd tine bihesibînin û berovajî bikin. Ji ber vê yekê bi wesîleya vê bernameyê em careke din dibêjin ku weke Tevgera Azadiyê ji bo me tişta ku nebe nabe; azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rola Rêber Apo li ser pêvajoyê gelekî mezin e. Rola Rêber Apo ne bes roleke teknîkî û amûrî ye. Em kesên ku bi vî rengî nêzik dibin, vedixwînin cidîbûnê. Ji ber ku haya wan jê nîne ku ew çawa li nêzî pirsgirêkê dibin. Ji ber wê yekê weke ku Rêber Apo jî daye diyarkirin ku di peyama xwe ya ji bo 1’ê Îlonê de jî anî ziman û dibêje ku ez li pişt banga xwe ya dîrokî me. Û dîsa dibêje ku ez dikarim roleke esasî bilîzim. Her wiha dîsa şensekî mezin dide vê pêvajoyê. Di vî warî de kesê ku herî zêde amade Rêber Apo ye. Ev yek hemû ji bo vê pêvajoyê şensekî mezin e. Ji ber wê yekê em jî weke Tevgera Azadiyê, gelê me, dostên gelê me û hemû kes dibêjin ku divê em bi ti awayî têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo sist nekin. Di vî warî de divê têkoşîna xwe hîn bilindtir bikin. Her wiha vê mehê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê di navbera 15-19’ê Îlonê de civîna xwe yên salane li dar bixe. Di vê civînê de jî wê mijara ‘’mafê hêviyê’’ bikeve rojevê. Biryarên wê pir girîng in. Bo nimûne ew biryarên ku di wê civînê de bên dayîn, wê bandoreke mezin li pêvajoyê bikin. Yanî ji bo ku pêvajo bi awayekî erênî were meşandin hewce ye di wê civînê de biryareke erênî were dayîn û dewleta Tirk jî demildest wê biryarê pêk bîne. Her wiha deh salan zêdetir wext li ser wê biryara ku hatiye standin, derbas bûne. Diviya dewleta Tirk heya niha ew biryar pêk anîbûya. Me beriya niha jî digot û em a niha jî dibêjin ku Rêber Apo li Girava Îmraliyê dîlgirtî ye. Tiştekî ku bibêjin cezayê Rêber Apo heye û ji ber wê li Îmraliyê girtî ye, tine ye. Tiştekî bi vî rengî tine ye. Ji bo ku pirsgirêka Kurd were çareserkirin Rêber Apo li Girava Îmraliyê di nava hewldanên erênî de ye. Serê xwe pê êşandiye û Manîfestoya Aşitî û Civaka Demokratîk ava kiriye. Xwedî paradîgma, feraset, felsefe û stratejiya hevbeş e. Ji bona vê yekê jî em weke Tevgera Azadiyê nêzîkbûnên ku niha tên meşandin, red dikin û qebûl nakin. Û bi ti awayî jî bila ti kesek nebêje ku Tevgera Azadiyê lawaz bûbû, wê bihata tasfiyekirin û Rêber Apo ketiye dewrê. Kesên wiha dibêjin, xwe dixapînin. Ev Tevger ji beriya niha ji bîst salan zêdetir xwedî derfetên têkoşînê ye. Xwedî daneheveke mezin e. Bi her awayî fedaiyên li dora Rêber Apo hene. Yanî kesên wisa ji rêzê nêzîk dibin, xwe dixapînin. Her wiha em tu kesî jî tehdît nakin, ev ne tehdît in. Ev heqîqetek e. Her wiha divê kesên ku gefan dixwin jî bes ne zimanê xwe di heman demê de zîhniyeta xwe jî biguherînin û rast bikin. Li cihê ku herî zêde dibêjin ku xwişk-biratiya Kurd û Tirkan pêş ketiye, di 26’ê Tebaxê salvegera Malazgîrê de Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan axivî û gef li Kurdan xwarin. Yanî ev yek nayên qebûlkirin. Em vê zîhniyetê, vî zimanî û vê zîhniyetê bi ti awayî qebûl nakin û em van red dikin. Divê kesek nekeve şaşiyê û bibêje ku Tevgera Azadiyê lawaz bûye. Tiştekî bi vî rengî tine ye. Ger Rêber Apo vê pêvajoyê pêş xistiye, berpirsyariya wî ya li hemberî gelan û civakê ye û dikare vê rolê bileyze. Ji bo vê jî divê rê li ber were vekirin ku Rêber Apo di şert û mercên azad de vê pêvajoyê bi silametî pêş bixe. Weke we jî dayî diyarkirin dema em li asta ku pêvajo gihîştiyê dinêrin cerahiyê ku bikaribe vê pêvajê çareser bike, vê pirsgirêkê çareser bike Rêber Apo diyar e. Hem alternatifên wî û hem jî manîfestoya pêşkêş kirî. Bi gelemperî bi xwe wiha ye ji ber dixwaze her kesî di vi pêvajoyê de bi cih bike. Loma jî pêşniyara komîsyonê kir. Em vê mijara komîsyonê jî hinekî gotûbêj bikin. Komîsyon hatiye avakirin lê heta niha carekê jî bi Rêber Apo re hevdîtin nekiriye. Ruxmê ku Rêber Apo sermuzakerevanê vê pêvjoyê ye. Hûn vê komîsyonê û xebatên wê çawa şîrove dikin? Bi vê ve girêdayî dewleta Tirk diviya bû ku meha Îlonê mafê hêviyê yê Rêber Apo bidinê. Ev tiştekî weke lûtfekê nîne. Ew bi xwe zagonên ku îmze kirine pêk naynin. Divê mijarê de divê nêzîkatiyeke çawa bibe? Û ev nakokiyê dide avakirin.   Me pirsa beriya vê bal kişand ser. Bêguman weke we jî diyar kir, divê li ser vê mijarê rawestin. Çavên her kesî li ser vê mijarê ye û li ser vê komîsyona li parlamentoyê hatiye avakirine. Komîsyon bi rastî jî weke ku Rêber Apo pêşniyar kir, rol û mîsyona Rêber Apo ji bo vê komîsyonê difikirî û da diyarkirin. Ger komîsyon bi vê erka xwe rabûya wê niha gelek astengiyê li pêşiya pêvajoyê hatibûn rakirin. Armanca komîsyonê ew e ku astengiyên ku li pêşiya pêvajoyê hene yek bi yek derxe holê, li ser raweste û karibe wana ji holê rake. Di nava civakê de jî hêviyê ava bike, baweriyê ava bike. Xwişk û biratiya gelan ava bike û karibe li pêşiya vê pêvajoyê jî wê hevgirtinekê çêbike. Rêber Apo ji ber li ser vê komîsyonê xebitî bû û amadekariyên xwe kiribû, komîsyon limgorî nêrîna me komîsyonê şaş dest bi kar kir. Komîsyon hate sazkirin lê şaş dest bi kar kir. Ji ber ku mîmarê vê komîsyonê û pêşniyara avakirina wê kir, Rêber Apo bû. Destpêkê weke Serokê MHP’ê jî dabû diyarkirin divê Rêber Apo bihata parlamentoyê. Diviya bû Rêber Apo fikra xwe ya divê ev komîsyon roleke çawa bileyze, çima hatiye avakirin, armanca wê çi ye, wê çi çareser bike bi komîsyonê re parve bikira.  Komîsyon jî pirs ji Rêber Apo re bikirana û Rêber Apo jî pirs ji wan bikira. Mesela, ev komîsyon ji bo çi hatiye avakirin? Armanca komîsyonê çi ye? Ger armanca komîsyonê çarserkirina pirsgirêka Kurd û jiholêrakirina astengiyan e, divê li gorî vê nêzîk bibe. Ger armanca vê komîsyonê gihandina hedefa nîhayî be, divê Rêber Apo di vê komîsyonê de biaxive. Ji ber ku ev komîsyon li ser vê daxwaziyê hatiye avakirin. Çawa komîsyon şaş dest bi kar kir?  Weke ku Rêber Apo ne di nava vê pêvajoyê de ye, fikira wê pêşnexistiye, 27’ê Sibatê bangek nekiriye, tevgera me agirbest îlan nekiriye, komek gerîla çekên xwe neşewitandine, tiştek li holê nîne û bi xwe komîsyone çêbûye û komîsyon jî bi her kesî re diaxive. Weke ku heta niha gel nedîtibûn, ew kesên ku bi wan re diaxivin, mesela em bibêjin; yekîtiya baroyan e, hiqûqnas in, komeleyên mafên mirovan e, malbatên eskeran ne, Dayikên Aştiyê ne, civakên sivîl in. Weke ku heta niha li vî welatî tinebûn û nû hatiye bîra wan guhdar dikin. Destpêka ka li ser kîjan esasî guhdar dikin, çi dixwaze çi dibêje. Di vê warî de guhdarkirina însanan ne şaş e lê bi vê re wext tê derbaskirin. Û bala alemê diçe ser tiştekî dinê. Pêvajoya ku hatiye destpêkirin ji giraniya wê dixîne û naveroka wê vala dike. Ma ev komîsyon vê pirgirêkê çareser bike? Tişta ku jê tê xwestin nekiriye. Me hemûyan di çapemeniyê de dît. Komîsyoneke ji bo pirsgirêka Kurd çareser bike û navê kirine Komîsyona Xwişk û Biratî, Demokrasî û Hevgirtina Millî. Ne demokrasî tê de heye, ne jî xwişk û biratî tê de heye û ji bo hevgirtinê jî kedekê jî nadin. Me ev yek di guhdarkirinan de dît. Mînak Dayikên Aştiyê. Dayikên Aştiyê gelek li ser hatiye axaftin lê dikarin ji ser wê hin tiştan bibêjim. Ji ber ku pir girîng e û ji rêzê nîne. Dayikên Aştiyê dawet kirin û çûne parlamentoyê. Mesela Dayikên Aştiyê ni dehan sal in ji bo çi têkoşînê dikin? Zarokên wan ji bo çi derketin serê çiyan? Şehîdên wan ji bo çi çêbûne? Daxwazên dayikan çi ne? Ger van pirsan ji wan dikin, wê demê ew ê jî bi zimanê xwe biaxive. Zarokên wan ji bo çi derket serê çiyan? Ji ber ku mafê bi axaftina ziman û çanda wê tineye. Nasnameya Kurd nayê naskirin, hebûna Kurdan nedihate naskirin. Qirkirinek li ser dihate meşandin. Ji bo wê derketina serê çiyan çêbû. Ji bo wê PKK’ê dest bi têkoşînê kir. Weke ku vana tiştek li holê tine be û dixwaze bi zimanê xwe biaxive li wê derê dibêje; na, li vê derê ti nikarî biaxivî û di bin sîwana meclîsê de yî. Ew meclîs wê çawa bibe meclîsa demokratîk? Komara Demokratîk wê çawa bê avakirin. Projeya Rêber Apo, projeya avakirina Komara Demokratîk e. Li Tikiyeyê heta ku Komara Demokratîk ava nebe ti pirsgirêk çareser nabin. Mesele di bin wir de qutkirina axaftina dayikan kîjan wijdan e, kîjan exlaq e. Vê zîhniyetê şermezar dikim. Ew endamên komîsyon yên ku bi demokrasiyê bawer in, yên ku bi azadiyê bawer in û rastî jî dixwazin pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û li Tirkiye û herêmê hevgirtina millî ya demokratîk çêbibe û entegrasyoneke pozîtîf a demokratîk pêş bikeve û xwişk û biratiya gelan bê avakirin, divê di wê komîsyonê de helwesta xwe bigirtina. Ew endamên komîsyon ne hatine wir ku AKP çawa bixwaze û li gorî xwe bimeşîne. Ger AKP’ê bimeşanda wê demê ne hewce bû ku komîsyon bihata avakirin. Ji xwe zîhniyeta AKP’ê ku vê pêvajoyê pêş bixîne tineye. Bi keda û hewldana Rêber Apo a bi mehan çêbû. Weke ku Rêber ?Apo got ku di van deh salan de li dersa xwe baş şixulîn. Bi rastî jî Rêber Apo di vî warî de kedeke mezin pêş xistiye. Ji bo wê ev komîsyon hatiye avakirin, lê neheqiya xwişk û biratiyê di komîsyonê de derket. Di girtekan de çawa nivîsandine? Dibêjin zimanekî ku nayê fêmkirin. Wê çawa xwişk û biratî li Tirkiyeyê bê avakirin. Ji bo wê komîsyon ne li ser esasê xwe kar dike.   Bêguman, divê komîsyon li ser van têgehan bisekine. Ev têgeh her yek ji wan tê çi wateyê? Civakeke demokratîk. Destpêkê aştiya navxweyî lihevhatineke navxweyî çênebe, her kes bi awayekî azad nikaribe zimanê xwe pêş bixe û amadekariyê wê neyê kirin pêşiya civakeke demokratîk nayê vekirin. Ji bo pêşiya civakeke demokratîk were vekirin û ev civaka demokratîk wê çawa karibe bi dewletê re entegrasyoneke demokratîk pêş bixîne. Ji bo vana qanûn lazim in. Wisa bi gitnê vana çênabin. Erka wan ew e ku qanûnan amade bike. Qanûna yekem jî ji bo azadiya Rêber Apo ye. Mîmarê vê projeyê Rêber Apo ye, divê ji bo vê qanûn were derxistin. Pirsgirêka Kurd wê li ser kîjan esasî bê çareserkirin, divê hinek qanûnan derxînin. Lê hîn jî komîsyon ji bo dayikek bi zimanê biaxive qanûnê çênake. Divê gel vê bibîne, hêzên demokrasiyê vê bibînin û têkoşînek bê dayîn. Ma ne ew komîsyon bi keda civakê hatiye avakirin. Meaşê wan û baca wan tê dayîn. Civak wan xwedî dike. Madem wekîlê gel in û komîsyonek wisa çêdikin divê xwedî lê derkevin. Dixwazim vê bibêjim, divê gavên wêrekî bên avêtin. Divê zimanê wêrekî bê bikaranîn. Divê helwestên wêrekî hebin. Bi rengê tirsonekî, fedî û fikara wê pêvajo çi bibe, ev şaş e.  Ev 40 sal in bi vî zîhniyetî şer meşandin, tiştek bi ser neket. Vê zîhniyeta cudakarî meşandin, ev hemû bû êş kete dilê gelê me. Mesela Rêber Apo dibêje, armanca me ji vê pêngavê çi ye? Divê em êdî ew êşa mezin bi dawî bikin. Armanca me ji vê pêvajoyê wisa ye. Armanc diyar e. Armanca Rêber Apo, armanca tevgerê diyare ku bi samîmî ketine vê pêvajoyê. Bi rengê bawerî û dilsoz ketine vê pêvajoyê. Divê mirov heta hetayê wê wisa bê meşandin negire dest. Dixwazim vê bibêjin; divê ev komîsyon xwedî li erkên xwe derkeve. Divê ne di bin bandora partiye desthilatdar de bin, li gorî berjewendiyên civakê, li gorî hêviyên hatine avakirin tev bigere. Mesela serokên parlamentoyê yên berê bi xwe jî diyar kirin ku divê demildest mafê hêviyê pêk were. Ma ne serokatiya parlamentoyê kirine. Heta ku li ser wî erkî bûn nediaxivîn, kengî ji erka xwe dûr dikevin vana tînin ziman. Lê girîng e. Nexwe dikarin vê yekê pêk bînin. Divê ev komîsyon hîn bi wêrekî û berpirsyarî tev bigere. Madem ku xwe xistiye bin vî barî divê hilgire û li ser wê raweste. Ger wisa bike dikare vê pêvajoyê bide meşandin. Divê bila kes nebêje ku ev pêvajo wê heta hetayê bi vî rengî bimeşe, bi xwe nameşe û wê nemeşe. Em weke tevger tiştên wê tevgerê tenê bihêlin û naveroka wê vala bikin baş dizanin. Em jî xwedî ezmûnekî ne, ev 50 sal in bi pêşengiya Rêber Apo têkoşînê dimeşînin. Mesela Rêber Apo di 1’ê Îlona 1998’an de dîsa agirbestek îlan kir. Piştî wê 38 rojan li hemberî Rêber Apo komployek li dar xistin. Yanî di nava 40 rojan de komployek li dar xistin. Ji bo aştiyê, ji bo hevgirtina gelan li Tirkiye û Kurdistanê hîn jî êş mezintir neyên jiyîn. Ger ku ne di wê hişmendiyê debûya wê berê xwe bida çiyayên Kurdistanê û kes nizane bê heta niha şereke çawa dijwar bimeşiya. Wê niha Rêber Apo ne li Girava Îmraliyê bûya. Rêber Apo komplo lê kirin berê xwe da Ewropayê. Ji bo pirsgirêk bi rêya demokratîk û aştiyê çareser bibe. Her tim aliyek fedakariyê bike, ev têrê nake. Divê rayedarên dewleta Tirkmû bi taybetî jî yên AKP’ê vê bibînin û di vî warî de jî divê Devlet Bahçelî xwedî li gotinên xwe derkeve. Bi xwe jî wî berê gotibû, ‘Çûk bi baskekî nafire’. Ev gotin girîng e lê divê emelê wê pêk were. Divê demildest şert û mercên Rêber Apo û mafê hêviyê bên pêkanîn û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin. Ji bilî vê tiştek ku pêvajoyê bibe serî û bi encam bike ne me diltêr dike, ne gelê me diltêr dike û ne jî kes dikare bibêje ku pêvajo li ser hîmên esasî dimeşe.   Divê pêşî çavkaniya van tiştan çi ye û ya demokratîkbûnê çi ye? bê pênasekirin û nav bê lêkirin. Nedemokratîkbûna komarê bi çi ve girêdayî ye? Weke ku qeydek li lingê xwe şidandiye, di esasê xwe de pirsgirêka Kurd e. Ji ber ku pirdgirêka Kurd li Tirkiyeyê rast nehatiye pênasekirin, nav lênekirin û çareserî pêşnexistin barê Tirkiyeyê zêde kiriye û weke xûzekî li ser pişta wî ye. Ji ber vê dewletê her tim dahata gel û çavkaniyên xwezayî ji bo berovajîkirina pirsgirêka Kurd û bi rê û rêbazên di bin navê ewlehiyê de çareser bike pêşkeşî hêzên derve kir. Bi dehan salan wisa kir. Çete neman ku bi wan re hevkarî nekir. Li Tirkiye û Kurdistanê çi kiryarên derveyî demokrasiyê hene bi pêş xistin û di bin navê ewlekariyê de pirsgirêka Kurd bi rêbazê tundiyê û qirkirinê bitepisîne. Çavkaniya xwe ji nedemokratîkbûnê, ji pênasekirina nerast, serde neçûnê û çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Ev heqîqetek e. Divê êdî ev bê dîtin. Serok Apo bi vê re mijûl e. Mesela ev pêvajoya ku ji 27’ê Sibatê û vir ve weke pêvajoyekê Rêber Apo pêşxistiye, divê ku çi be? Hîn zêdetir divê dewlet an jî desthilatdar xwe li gorî vê çêbike û divê li dijî dijberiya demokrasiyê têbikoşe. Lê vê yekê nake. Çima nake? Ji ber ku ji bo çareserkirinê hîn biryara xwe tam nedaye. Weke kamûflaşekê bi kar tîne. Hîn jî tehemulî dayikek ku dixwaze du gotina bi Kurdî bêje, nake. Mesela malbatek çima straneke Kurdî guhdar kiriye, ji mirinê zor filitî. Li Colemêrgê zarokek bi bisîkletê diçe, çima bi şaşî li sûbayekî xist, li pêş çavê cîhanê li zarok xist û ji mirinê xerabtir lê kir. Nîjadperestî tiştekî wisa ye. Karkerên demsalê hene. Ji bo xebatê diçine bajarên Tirkiyeyê. Ji ber ku li wê derê bi Kurdî axivîne, çima ji Kurdistanê çûne bi nîjadperestî nêzîk dibin û êrîşê wan dikin. Eynî êrîş e. Ger li parlamentoyê zimanê dayikan bê qutkirin, li cihê din nîjadperestiya xwe didin meşandin. Gotinek heye, dibêje; “Masî ji serê xwe bêhn dide”. Li ser nirxê gelê Kurd û civakê êrîşên nîjadperestî hene. Em di van demê dawî de dişopînin, hestiyê şehîd di nava qutiyekê bi rengekekî bêrêzî û bêexlaqî ji malbatên wan re şandin. Bi dehan sal in cenazeyên şehîdan teslîmî malbatên wan nakin. Em dibînin, di demên dawî de li Licê kêlên gora Onkol ên ku malbatan ji bo şehîdan çêkirine, ji holê rakin. Di demêm derbasbûyî de bi dehan şehîdgeh bi balafiran hatin hilweşandin. Ev hemû di nava gelê Kurd de li hemberî dewletê bêbaweriyek çêkiriye. Ji hêla Rêber Apo ve pêvajo hatiye destpêkirin, li meclîsê komîsyon hatiye avakirin û dixwazin gav bêne pêşxistin. Lê li meclîsê dengê dayikê dibirin û yên din jî çav li wan dikevin. Divê êdî her kes zanibe bê berpirsyartiya wan çi ye û li gorî wê tev bigerin. Yek jê bi taybetî li ser jinan, li herêmê, li Tirkiyeyê tundiya herî dijwar li ser jinan tê meşandin. Li ser jinan û ciwanan tundiyeke kûr tê meşandin. Em agahiyan digirin, li Bakurê Kurdistanê, li Tirkiyeyê qefle bi qefle ciwan têne koçberkirin. Bi zanebûn vê yekê dikin. Mesela ciwanan ji Kurdistanê ber bi welatên din ve mîna sirgûn dikin. Destên cuda dikevin navê û wan dişînin. Dîsa ji bo jinan, ger hevgirtina jinan çênebe komkujiyan pêş dixîne. Bi taybetî tundiya li ser jinan her ku diçe pêş dikeve û ev li herêmê tevî bi pêş dikeve. Em dibînin, tiştên ku tên jiyankirin, li Filistînê tên jiyankirin, li Efganistanê tê jiyankirin, li welatên tên jiyankirin, bi vê zîhniyetê ve girêdayî ye. Ev pêvajoya ku tevgera azadiyê bi pêşengiya Rêber Apo bi pêş dixîne, hêviyekê bi jinan re ava dike. Bi taybetî jî ev komkujiyan li ser jinan çawa dikare were rakirin, li welatekî ku demokrasî hebe, hevgirtin hebe û karibe mafê xwe jiyan bike hebe, di vir de dikare tundiya li ser jinan rabe û têkoşîna xwe bimeşîne. Bi taybetî li Kurdistanê ev têkoşîna jinan tê meşandin, girîng e. Rêber Apo dema ev dest pê kir got ku pêşenga vê pêvajoyê û cewhera vê pêvajoyê jin e û ev heqîqetek e. Ji her kesî bêhtir pêwîstiya jinê bi civakeke demokratîk heye, bi aştiyê heye. Zîhniyeteke demokratîk bi mezinkirina têkoşîna jinan dikare bê avakirin. Desthilatdariya mêr a bi zîhniyeta mêr a dewletê hatiye avakirin bi xurtkirina têkoşînê dikare ji holê bê rakirin. Em her roj dibînin li ser xwezaya Kurdistanê û bê erdê wî çawa tê talankirin. Rojê bi dehan caran li binê çiyayên Kurdistanê teqandinan çêdikin, bendavan çêdikin. Dîsa em bêjin daran dibirin, jîngeha wî agir berdidinê û dişewitînin. Esas li Kurdistanê û Tirkiyeyê komkujiyek tê meşandin. Li ser xwezayê tê kirin û li ser jinan tê kirin. Ger ev pêvajo bi ser nekeve wê kûrtir jî bibe. Dermanê wê jî ev pêvajoya civaka demokratîk e, aştî ye û komara demokratîk e.  Ger ev li Tirkiyeyê pêş bikeve dikare li herêmê jî pêş bikeve û dikare bibe mînak. Ger li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ev pêvajoya ku bi pêşengtiya Rêber Apo hatiye destpêkirin bi demokratîkirina komarê re girêdayî ye. Bi vê munasebetê bang li tevahî jinan, ciwanan, rêxistinan, ekolojistan û yên dixwazin vê têkoşînê pêş bixin divê xwedî li mafên xwe derkevin. Sistiyê di têkoşînê de çênekin û xwedî li nirxên xwe derkevin. Bi taybetî ji di pêşengtiya jinan de tê pêşxistin. Herî zêde yên ku vê êşê dikşînin jin in. Bi taybetî li ser jinên ciwan zêde kiryarên hovane têne meşandin. Divê jinên ciwan hîn zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin û nirxên heyî jî karibin biparêzin.   Mijarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê helbet girîng e. Çareseriya wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê re dikare bê çareserkirin. Ji bo wê niha rayedarên dewleta Tirk û dewleta Tirk astengiya herî mezin a li Sûriyeyê ne. Divê mirov binê vê xêz bike. Çima asteng in? Ji ber ku AKP dixwaze Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê di bin destê wî de be û wekî tê gotin eyarê bidê. Ji bo berjewendiyên xwe hem ên navxweyî û hem jî yên herêmê dixwaze bi kar bîne. Ji bo pirsgirêk li herêmê bêne çarerserkirin divê destpêkê destê xwe ji vir bikşîne. Mesela 10’ê Adara 2025’an de di navbera fermandarê QSD’ê û Colanî de peymanek ji 8 xalan pêk dihat li pêşiya raya giştî hat îmzekirin. Roja piştî bi pêşengiya Wezîrê Karê Derve yê Tirk şandeyek demildest çû Şamê û li Şamê destûrek bingehîn îmze kirin û belav kirin. Demildest mudaxale kirin û ji holê rakirin. Mesela di vê pêvajoyê de jî demên dawî ji bo peyama 10’ê Adarê pêk were di navbera wan de hinek hevdîtin çêbûn. Em dişopînin. Wezîrê Karê Derve yê Tirk gefên çawa xwarin. Dîsa Erdogan gefên çawa xwarin. Dixwazin gengeşiya li Sûriyeyê berdewam bike. Ji bo pêşiya ne tenê Kurdan, hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevgirtina gelan bigirin û projeya neteweya demokratîk a ku hemû gelan di nava xwe xe dihewîne bigirin zextên xwe meşandin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helbet wê têkoşîna xwe ya demokrasiyê berdewam bikin. Bi her awayî parastina xwe dikin û xwe diparêzin. Ew xwediyê Sûriyeyê ne. Tevhiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwediyê Sûriyeyê ne. Em jî di çapemeniyê de ?Bakur û ?Rojhilatê ?Sûriyeyê dişopînin, ew timî dibêjin ku em ji bo beşekî tenê nakin. Em dixwazin vê têkoşînê li Sûriyeyê bi pêş bixînin û Sûriyeyê demokratîk bikin. Nemû gelên li ?Sûriyeyê dijîn hêz ji vê yekê digirin û hêvî dide wan. Li Siwêydayê çi bû? Li Sîwêydayê li ser gelê ?Durzî qirkirinek pêk hat. Gelê Durzî neçar ma û niha xweseriya xwe îlan kiriye. Civaka Elewî di van demên dawî de konseyek avakir. Mesela civaka Nusayrî. Ev hemû nikarin di bin zîhniyeta tekane ya ku dewleta Tirk ji xwe re dibêje tenê desthilatdariya wî û bi ew tiştên ku pêşketine re nikarin jiyan bikin. Bi hezaran jinên Elewî hatin revandin. Yên Nusrayî hatin qetilkirin. Zarok û gel hatin qetilkirin. Bakur û Rojhilatê ?Sûriyeyê çawa dikare bi hişmendiyeke wisa re jiyan bike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike sedem û hewç dide li Bakurê ?Kudistanê xitimandinekê çêbike. Zîhniyeta dewleta Tirk û rayedarên dewleta Tirk di vir xe jî derdikeve holê. Pirsgirêka Sûriyeyê û Bakur û Rohilatê Sûriyeyê, Sûriyeyê eleqedar dike. Destpêkê divê dewleta Tirk ew qadên ku dagirkiriye xwe jê bikşîne. Bila ew qadên dagirkiriye xwe bikşîne û pirsgirêkên ?gelên Sûriyeyê ji desthilatdariya wê derê re berde. Ew û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarin hev fêm bikin. Ew yên hemwelatekî ne dikarin bi diyalogê çareser bikin. Rêya wê jî di civakeke demokratîk û komara demokratîk a Sûriyeyê de ye. Komara demokratîk a Sûriyeyê tine be, pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser nabin. Dahata Sûriyeyê bi zîhniyeteke komara demokratîk dikarin bibin tevahiya Sûriyeyê. Tenê bi baweriyek an jî tenê bi olekê çênabe. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê niha qada herî aramî ye, li wir feraset heye û xwe bi xwe, xwe bi rê ve dibe. Îradeya jin, ciwan û hemû gelên Sûriyeyê di wir de heyemû di nava aramiyê de jiyan dikin. Em vê dawiyê dibînin hinek hevdîtin hene. Rayedarên Sûriyeyê jî di van demên dawî de diyarkirin ku ji bilî qutbûnê em dikarin her tiştî nîqaş bikin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Kurdan ti carî negotine em axa Sûriyeyê parçe bikin. Yanî em dewleteke din li ser vê xakê ava bikin. Tiştekî wisa negotine û ferasete wisa jî tineye. Ger kesên din destê xwe ji nav derxînin ew dikarin li hev bikin. Tişta herî rast a ji bo Sûriyeyê, Aştî û Civaka Demokratîk e. Demokratîkirina komara Sûriyeyê de hemû gelên Sûriyeyê tê de jiyan dikin. Bi taybetî mafên jinan divê di destûra bingehîn de bê bicihkirin. Divê bi îradeya xwe, xwe bi rêxistin bike. Divê dikaribe di hemû sazî û dezgehan de cihê we bigire, têkoşîna xwe bike. Divê îradeya gelên din jî bê naskirin. Divê kes li ser ên din ne hakîm be. Bi vê ferasetê dikare hemû pirsgirêkên Sûriyeyê bêne çareserkirin. Ger bi israra ew yên xwe ferz bikin, rayedarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariya xwe dikin. Bi qasî em dişopînin ew jî amadekariya xwe dikin û wê mafê gelên xwe jî biparêzin. Bi dehan caran êrîşî ser wan kirine û niha jî dîsa provokasyonan dikin. Ev provokasyon li ser Bendava ?Tişrînê ye, li ser sazî û dezgehên wan e. Ew êrîş dikin û yê piştgiriya wan dike dewleta Tirk e. Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê heye, tu dibêjî qey wezîrê Şamê ye. Heman kesî berê digot ku me re ji aliyê Sûriyeyê çend topan bavêje Tirkiyeyê, wê bibe sedema ku em karibin têkevin Sûriyeyê. Dema şer dixwazin şer derdixin û dema dixwazin jî dikarin bi rêbazeke din nêzîk bibin. Divê dev ji tevlîheviya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derdixin berdin. Pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tê meşandin cuda ye, ya li wir tê meşandin cuda ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pirsgirêka xwe bi Sûriyeyê re çareser dike. Başûrê Kurdistanê Iraqê re çareser dike. Rojhilatê Kurdistanê bi Îranê re çareser dike. Ger ku ew demokrasiyê dixwazin divê pirsgirêk bi wî welatî re bê çareserkirin. Pirsgirêka nava xwe çareser neke û diçe mudaxaleyê derdorê dike. Ev zîhniyeteke tekparêzî ye, desthilatdar e û dixwaze a xwe li ser her kesî ferz bike. Bi qasî em dişopînin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hemberî ji vê zîhniyetê amadekariya wan heye û rê nadin ku careke din li derve mudaxaleyî wan bikin û tevliheviyê derxin.   Niha di destpêka pêvajoya civaka demokratik û aşitiyê de Rêber Apo qala civaka Êzidî kir û ronesansa wê kir û li ser vê peyamê li Şengalê du konferans hatin lidarxistin. Û di serî da wan kesên ku tevlî konferansê bûn û ew konferans lidarxistin ez wan silav dikim. Û dîsa gelê me yê Şengalê ku bê navber yanzdeh sal in têkoşînê dimeşîne ez bi rêzdarî silav dikim û berxwedana wan pîroz dikim. Bi rastî jî, ji bo me weke tevgera azadî û bi giştî weke gelê Kurdistanê jî civaka me a Êzdî taybetmendiyên xwe pir cuda ye. Û ji destpêka pêvajoyê heta niha bi awayekî civaka Êzdî di hevdîtinan da bûye mijara Rêber Apo û bal kişandiye ser. Rêber Apo pir girîngiyê dide civaka Êzidî û ji bo tekoşînê wekî cih û civakeke pir dîrokî û stratejîk dibîne. Çima dîrokî û stratejîk dibîne? Ji ber ku ev civak divê were jiyandin û xwe bide jiyan kirin. Û bi hezaran salan e vê civakê tevî hemû zoriyan bi tekoşîna xwe, bi awayekî hebûna xwe domandiye. Lê niha di nava tengaviyekî da ye, û niha heke tevdîr neyên girtin ev civak li ber tunebûnekî da ye. Çima? Ji ber ku bê rêxistin mabûn, bê parastin mabûn û wisa dorpêçkirî li qadeke teng de mabûn û ev hemû ji bo civaka me xeterî bûn e. Û herî dawî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an pêk hat û tevgera azadiyê di Şengalê da, di Êzidxanê da gelê me tenê ji qirkirineke fizikî rizgar nekir, herwisa ji qirqirinek hişî jî hate rizgar kirin.   Wekî ku Rêber Apo dibêje bi berxwedana lehengên Êzidxanê û jinan ev yek vala derket, lê bes wekî we jî di pirsa xwe da got hîn jî xeterî zehfin. A niha em dikarin bêjin ji 9’ê Cotmehê 2020’an vir va, peymanek di navbera Başûrê Kurdistanê û Hikumeta Bexdayê da hatibû çêkirin. Lê heta niha jî ew bi israr in ku vê civakê li gorî xwe, bikin di bin qontrola xwe. Bêguman tekoşîna ku heta niha hatiye dayîn ev xeterî hinekî li holê rakiriye. Lê bi tevahî ji holê ranekiriye. Ji bona wê herî dawî ku em dişopînîn wezareta koç û koçberiyê biryarek derxistiye ku êdî koçberên Şengalê êdî qampên ku lê ne bimînin. Û ev tê çi wateyê? Ev tê wê wateyê ku bi demografyaya Şengalê bi demografyaya Êzidxanê bilîzin û ji hev xirakin, û hejmaran wan li kuderê be wisa bihêlin û bihelînin û di dawiyê da bikin bin qontrola xwe.   Û ev hişmendiya DAÎŞ’ê ye. Û tevgeriya azadiyê serî da kesên weke Mam Zekî bigire bi sedan şehîdên me pêşî li vê yekê girtin. Lê ew dîsa dixwazin vê hişmendiyê bi zagonan bi lîstikên cuda dixwazin bikin meriyete. Û ev yek pir xeter e, mînak li qampan hîştin tê çi wateyê? Û koçberiyê li ser wan ferz dike û dixwazin wan bihelînin û tune bikin. Ji bo vê yekê heke civaka Êzidî dixwaze xwe ji vê yeke biparêze divê di milê leşkeri da, civakî da, çandî da xwe rêxistin bike.û ev yek têrê nake, herwisa tenê bi konferansa jî ev yek pêk nayê. Mînak konferansa jinan û konferansên din jî kirin lê ev tenê têrê nake. Divê ew biryarên ku di wan konferansan da derketî ye, divê ku li tevahî civakê ra bê vegotin û li ser vî hîmî civak ji nû va were nirxandin û ava kirin. Mînakî; ronesans ne karê rojekî an jî dudya ye. Divê bipirsên bê ka di ku derê da ji cewherê xwe hatiye dûrxistin. Û divê akademiyên xwe vekin, navendên xwe ên dîrokî çêbikin, divê di mîlê dîrokî da lêkolîn werin kirin, bi taybetî jin di xeta azadiya jinê da têkoşîn bê mezin kirin, divê di mile parastina derdorê da ferasetek were ava kirin.   Ev hemû, rêxistinkirin, Rêber Apo esasî vê dibêje; ev pêvajoya me da ye destpêkirin de civaka Êzidî dikare rola xwe bilîze û hîn bi rihetî têkoşîna xwe bide. Û ji ber vê yekê civaka me a Êzidî divê ronakbûnê di nav xwe da xurt bike. Ji ber ku Şengal di xeteriyeke mezin da ye, û divê em vê yekê bibinin. Û heta ev pirsgirêk neyên çareser kirin di Bakûrê Kurdistanê û rojhilata navîn da pirsgirêk nayên çareser kirin. Ji bona vê divê parastina xwe xurt bike, divê parastina cewherî xurt bike, divê sazî û dezgeyên xwe hemû naverokan wan baş dagire û li ser bisekine. Û di dervayî welat û di nav xwe da yekbûna xwe xurt bike, hişmendiyeke hevbeş ava bike û taybetî jin û ciwan dikarin rolên xwe bilîzin. Erê hewldanên jinan, ciwanan, dayikan hene lê ev yek ji bo avakirina wê ne bes in, û hê gelek hewldan divê.   Û em dixwazin hin tiştan ji bo Hikumeta Başûrê Kurdistanê û a Bexdayê ra jî bêjin: Divê ew ji Şengalê ra bi rêz bin. Yanê bila nebêjin weke berî fermanê em ê wan bînin bikin di bin qontrola xwe. Ne pêkan e, civaka Êzidî êdî vê yekê napejirîne. Divê pêşiyê hesabê van bê dayîn. Ji ber vê jî heke hikumeta Iraqê dixwaze demokrat be divê pêşî komkujiya Şengalê nas bike û kesên ku sûcdar in divê werin dadgeh kirin û hesabê vê yeke bidin. Heke wisa bûya, wê demê qirkirin li ser Durziyan, Elewiyan jî nediqewimî û heke wisa be di pêşerojê da li ser ciyekî din jî naqewime. Ji bona vê jî nêzîkatiya li ser civaka Êzidî bi rastî jî pîvanek e, pîvana demokrasiyê ye, pîvana sincî ye, pîvana ûcdanî ye, pîvana mirovahiyê ye. Ji bona vê jî kesê ku bêje ez demokrat im divê pêşî li hember vê civakê rêzdar be. Divê li hember vîna Şengalê rêzdar bin.   Ez bi vê wesîleyê bangî wan gelê me yên wan qampa dikim ev lîstikek e, hewce ye ew neyên vê lîstîkê, û herkes vegere were li ser axa xwe û kesek nikare pêşiya wan bigire. Divê herkes vegere li ser axa xwe, ser gundê xwe, ser komelgeyên xwe û di nava jiyaneke ekolojîk û demokratik da jiyana xwe saz bikin bi tevahî gelên heremê ra. Niha gelê Êzidî bi gelê ereb ra, şîa ra û yê sûryan ra jiyan dike û ti pirsgirêkek jî tune. Kesên diwazin tevliheviyê derxin divê deste xwe ji vê yekê bikşînin.   Ez bawer im gelê me wê perspektîfa Rêber Apo, bi civaka demokrat û aşitiyê, bi ronakbûnê, bi ronakbûna Êzidî wê gav bi gav di Şengalê da pêşbixe. Li ser vî esasî, ez vê banga xwe dîsa dubare dikim û ew ê ser vî esasî bi serkevin.