ROJEVA 03'YÊ ÎLONA 2025'AN 2025-09-03 09:00:00     * Hevseroka TEV-DEM' ê Remziye Mihemed li ser biryara hilbijartinê ya ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Şamê ve hatiye dayîn, got: "Piştî hilbijartinan, dê ji sedî 70'ê kursiyên ku di hilbijartinan de nehatine girtin werin dagirtin. Ev tayînkirin nikarin gelê Sûriyeyê temsîl bikin. Ew ê demokratîk nebin." BI DÎMEN    *Gulay Bingol, destnîşan kir ku rizgariya gelan bi têkoşîna aştiyê ya ku ji hêla jinan ve tê birêvebirin dikare pêk were û got, "Birêz Ocalan ev yek dît. Ger jin tevli aştiyê bibin, aştî dê bi ser bikeve."BI DÎMEN    *Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, bal kişand ser banga "Aştî û civaka demokratîk" û tayînkirina qeyûman û got: "Ji bo pêvajoyeke aştiyê ya saxlem, birêvebirina bajarên xwe bi îradeya xwe pir girîng e. Bi tunehesibandina îradeyê aştî pêk nayê." BI DÎMEN