Li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin 2025-09-02 12:33:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora ÎFOD’ê, tevî biryara AYM’ê jî heta dawiya sala 2024’an li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 navê qadê û malper hatin sansurkirin.    Komeleya Azadiya Xweîfadekirinê (ÎFOD) ku navenda wê li Stenbolê ye, “Rapora EngelliWeb’ê ya 2024’an” aşkera kir. Rapor, ji hêla Hîndekarê Fakûlteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê Prof. Dr. Yaman Akdenîz û Ozan Guven rapor amade kirin. rapor, asta sansurê ya li Tirkiyeyê jî radixe ber çavan. Tevî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî di sala 2024’an de sansur berdewam kir. Di raporê de hate gotin ku ji 2024’an ve li Tirkiyeyê milyonek û 264 hezar û 506 malper navê qadê û malper hatine sansurkirin.    Di raporê de hate destnîşankirin ku sansur êdî ne hewldaneke îstîsnaî ye, lê belê bûye parçeyek ji karê ji rêzê yê rêveberî û dadgeriyê.   Li gorî salan, hejmara qadan ên hatine astengkirin bi vî rengî ye:   * 2018: 347.445   * 2019: 408.494   * 2020: 467.011   * 2021: 574.798   * 2022: 712.558   * 2023: 953.415   * 2024: 311.091   Bi giştî 852 saziyên cuda û dadgehan bi milyonek 78 hezar û 348 biryaran weşan qedexe kirin.   Hin ji naverokên hatine qedexekirin bi vî rengî ne: “270 hezar navnîşanên URL’ê, 17 hezar hesabên Twitter/X’ê, 75 hezar tweet û parvekirin, 25 hezar û 500 dîmenên YouTube’yê, 16 hezar 700 parvekirinên Facebookê û 16 hezar parvekirinên Instagramê.”   Raporê her wiha nîşan da ku saziyên çapemeniya azad ên weke Ajansa Mezopotamya (MA), JINNEWS û ETHA bûne hedef. Hate ragihandin ku navê qadan ên van ajansan gelek caran hatin astengkirin û hesabên wan ên medya dijîtal hatin girtin.