Ji ser hilbijartinan salek derbas bû: Hikumet hîn nehatiye avakirin 2025-09-02 09:02:16   Derya Ren   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakvan Zulfan Xerîb Rehîm, da zanîn piştî hilbijartinên li Başûr hîn hikûmet nehatiye avakirin û got:" Parlemento nekariye bi bandor bixebite. Pêdivî ye ku PDK û YNK bibin yek û stratejiyekê pêş bixin. Yekîtî dê bandorek erênî li ser hemû beşên civakê bike."   Di hilbijartinên parlementoyê yên 20'ê Cotmeha 2024'an de, rêjeya beşdariya dengdêran li Herêma Kurdistanê %76 bû. Li gorî encamên hilbijartinê, PDK li Hewlêr û Duhokê bi ser ket , li Silêmanî û Helepçeyê jî YNK'ê herî zêde deng wergirt. Tevgera Nifşê Nû li her çar herêman wekî sêyemîn partîya herî mezin derket holê.   Lêbelê, piştî nêzîkî salekê, hîn jî hikûmet nehatiye avakirin. Ev têkçûna avakirina hikûmetê kaos û krîzan kûrtir kiriye.   Aktivist Zulfan Xerîb Rahim, derbarê mikarê de ji JINNEWS’ê re axivî.    'Parlamento nikare bi bandor bixebite'   Zulfan Xerîb Rahim, di derbarê pêşketinên li Rojhilata Navîn de, got:"Her pêşketinek li Iraqê bandorek girîng li ser tevahiya Rojhilata Navîn, tevî beşên din ên Kurdistanê jî, dike. Iraq herêmeke pirreng e. Ji ber vê yekê, ev herêm berpirsiyariyeke taybetî ji bo Kurdistanê hildigire. Her çend salek di ser hilbijartinan re derbas bûye jî, hîn jî hikûmet nehatiye avakirin. Ji ber ku piştî hilbijartinan hikûmet nehatiye avakirin, parlamento nikare bi bandor bixebite. Her wiha di xizmetguzariyê de hin astengî jî hene."   'YNK û PDK divê bibin yek'   Zulfan Xerib Rahim, diyar kir ku piştî hilbijartinan li Başûrê Kurdistanê yekîtî pêwîst e û got, "Ger yekîtî hebe, ew ê di parlementoyê de xurttir bibin. Hêza Kurdan li Başûrê Kurdistanê dê di xurtkirina beşên din ên welêt de jî bibe alîkar. Ji ber vê yekê, pêdivî bi yekîtîyê heye, û divê her kes rola xwe bilîze. Pêdivî ye ku YNK û PDK bibin yek û stratejiyekê pêş bixin. Yekîtî dê bandorek erênî li ser hemî beşên civakê bike."   'Ew ê Rojhilata Navîn eleqedar bike'   Zulfan Xerib Rahim, di zanîn dê pêşketin bandora xwe li ser her derê bikin û wiha bi dawî kir: "Pêdivî ye ku raya giştî û siyasetmedar li dijî rewşa heyî bibin yek. Her pêşketinek ne tenê bandorê li Başûr û Iraqê, lê di heman demê de li tevahiya Rojhilata Navîn jî dike. Ez hêvî dikim ku her pêşketinek li Başûr dê sûdê bide gelê Kurd. Gelê Kurd, ku bi hezaran salan hatiye înkarkirin, dê bi statuya xwe bijî."