Xwebûn bi manşeta ‘Aştî weşiya komeliya’ derket 2025-09-01 09:46:21   AMED - Rojnameya heftane a Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” derket û li ber destê xwîneran e.   Hejmara 298'an a Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Aştî weşiya komeliya” li ber destê xwîneran e. Rojname vê hefteyê bi manşeta xwe balê dikişîne ser aştiyê. Rojnameyê bi derûnnas Mirat Burtakuçînî re hevpeyvîn kiriye û ev hevpyevîn hildaye manşeta rojnameyê.   Rojnameya Xwebûnê di hejmara xwe ya 298'emîn de di rûpela 2'yemîn de cih da nivîsa Guhara Hesen û nûçeya Xecê Şen a li ser dîroka çapemeniya azad û guhertinên ku jinan di çapemeniya giştî de pêk aniye.   Di rûpela 3'yemîn de nûçe li ser mafê hêviyê û parastina çandê hatin amadekirin. Di rûpela 4'emîn de hevpeyvîn bi psîkolog Mirat Burtakuçinî hat amadekirin.   Di rûpela 6 û 7'an de nivîskar Kurdistan Lezgiyeva, H. Halît Alaçati, Felemez Ulûg, Cahît Kirkkazak û Medenî Ferho bi nivîs û analîzên xwe di vê hejmarê de cih girtin.   Di rûpela 8'emîn de Ahmet Aktaş li ser şerê Rojhilata Navîn û Siyabend Aslan jî li ser şîn û şîngirtinê nivîsî.   Di rûpela 9'an de Ahmedê Bira û Mehmet Şahîn nivîsîn.