ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2025'AN 2025-08-14 09:00:00     * Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, jiyana komînal wiha şîrove dike: "Têgîna Civaka Exlaqî û Polîtîk, di heman demê de dibe nirxandina komînê. Komîn, bi têgîna civaka exlaqî û polîtîk derdikeve pêşberî dewletê. Wê zimanê serdema aştiya nû jî polîtîk bibe. Em ê azadiya komînê biparêzin. Jixwe navê wê li ser e; em zimanê dewletperestiyê terk dikin. Têgînên girêdayî netewe dewletê terk dikin, ji xwe re girêdayî komînê, têgînên etîk û polîtîk esas digirin." DOSYA   *Bi saya kedeke kollektîf a gel, Mexmûr ji axeke bi kevir, ji mar û dupişk, hişkesaliyê rizgar bû, şîn û geş bû. Hem bi berxwedana xwe û hem jî bi şêwaza jiyana nû, bû sembola têkoşîna azadiyê.  DOSYA   * Qedexeya perwerdê, bi zor zewac, tundî, destdirêjî, windakirin, ji qada cemawerî durxistin… Rojnamegera Afgan Nîlofor Ayoubî zext û binpekirinên ku Talîban di 4 salan de li jinan kirine vegot. Nîlofor Ayoubî wiha got: “Heta ku cîhan bêdeng be wê zilm jî giran be.”   *Jin bi bernameya ‘aştî û civaka demokratîk’ ya ku bi dehezaran kes tevlibûn de axivîn û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalankirin kirin û gotin azadiya gelê Kurd ji azadiya Abdullah Ocalan derbas dibe. DÎMEN HEYE   *Ji rêveberiya DEM Partiyê ya Geverê Gulîzar Îlîş der barê civînên gel yên çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ ya DEM Partiyê daye destpêkirin de axivî û got: “Heta azadiya serokatiye me pêk neyê wateya gavên tên avêtin jî tune ye. Bala me hemûyan li gavên dewletê ne.” DÎMEN HEYE