Konferansa Ronakbiriyê di roja duyem de didome 2025-07-18 11:54:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Di konferansa Ronakbirî ya Şengalê de, mijara "Wê heqîqeta jinan bi jineolojiyê çawa were ronîkirin" hate nîqaşkirin û ev nirxandin derket pêş: “Heta ku xençera di pişta civakê de neyê derxistin, meşeke rast nabe. Jineolojî dixwaze ji vê xencera pişta civakê re çareseriyê bibîne. Îdîaya herî mezin ya zanista jinan ewe.”   Roja duyemîn a Konferansa Ronakbirî ya Şengalê, bi nîqaşên li ser çanda jin, civaka xwezayî û zanista jineolojiyê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de gotara bi sernavê ‘Weke Cewher û Bermahiya Civakê, Heqîqeta Jinan Bi Jineolojî Ronîkirin’ ji aliyê endama Komîteya Jîneolojiyê ya Şengalê Besê Avesta ve hate xwendin û hate diyarkirin ku Ronesansa civaka Ezîdî bi azadiya jinên Êzidî gengaze.   Di gotarê de hate destnîşankirin ku Mezopotamya yekemîn stargeha jiyanê ye ku li derdora jinê avabûye û wiha hate gotin: “Cihê yekemîn ku jin li ser textê xwedawendiyê rûniştiye jî ev der e, cihê ku jin ji textê xwedawendan hatiye xistin jî… Cihê ku jin civakê bi pîroziya dayikê pêşxistiye jî ew der e, cihê ku ji aliyê pergala mêr ve hatiye xistin û binketiye jî.”   ‘Ronesansa civaka Êzidî bi azadiya jinên Êzidî gengaze’   Di berdewamiya gotarê de hate nirxandin ku Rojhilata Navîn çawa ku bûye cihê yekemîn ya stargeha çanda xwedawendan, di heman demê de bûyê cihê yekemîn ya înkar û qetilkirina jinan jî. Her wiha tesbîta Rêber Abdulah Ocalan a ‘xencera di pişta civakê de’ hate bibîrxistin û rola jineolojiyê ya di çareserkirina vê pirsgirêka esasî de wiha hate şîrovekirin: “Heta ku xencera di piştê de neyê derxistin, meşekî rast jî nikare were pêkanîn. Nexwe heta pirsgirêka azadiya jinan rast neyê tehlîl kirin, azadiya civakê jî ne pêkane. Jineolojî dixwaze ji vê xencera pişta civakê re çareseriyê bibîne. Îdîaya herî mezin ya îlma-zanista jinan ew e. Weke ku Rêber Apo dibêje, xencera pişta civakê encax bi vî awayî tê derxistin û Ronesansa civaka Ezîdî ji azadiya jinan derbas dibe.”   Piştî pêşkeşkirina gotarê Endama Akademiya Jîneolojiyê Zozan Sîma jî bi dîmen beşdarî nîqaşên vê rojevê bû. Zozan Sîma di nirxandina xwe de balkişand ser têkiliya çanda civaka demokratîk û çanda jiyanê ku li derdora jinê ava bûye.   Berfirehiya peyama Zozan Sîma bi vî rengî ye;   “Jinên Êzidî û civaka Êzidî derbarê dîrok, qeder, fikir û ramanên xwe de li ser axa xwe niqaşan bimeşînin û biryarên xwe bi xwe bigirin, ev li hemberî fermanan bersivdayînek herî mezin e. Ji bo vê jî konferans ne tenê ji bo jinên Êzidî û civaka Êzidî, ji bo hemû jinên cîhanê û civakên Rojhilata Navîn girîng û pîroz e. Çanda civaka Êzidî çandeke gelek qedîm e ku di nav xwe de ne tenê koka Kurdan an jî koka civakên ku li ser esasê komunal dijîn, di heman demê de koka jiyana derdora jinê ava bûye jî heta roja me ya îro parastiye.   Rêber Apo vê pêvajoya ku tê meşandin weke ronensansa civaka Êzidî jî pênase kir. Ronesans di esasê de li ser koka xwe, bi serdema nû re avakirina tiştên nû îfade dike. Rêber Apo di nêrîna xwe ya li ser civakan, li ser civakên sosyalîst û demokrat de dibêje divê em kevneşopiyan baş nas bikin û li ser van kevneşopiyan civaka nûjen ava bikin. Dema em dibêjin civaka nûjen, civaka demokratîk yê vê serdemê, ne pêwîst e civak ji koka xwe qut bibe. Civak bikaribe tiştên ku ji hêla desthilatdaran ve di nav çanda wê de hatiye bicihkirin, ji nav çanda xwe derxîne. Bi vî awayî rêxistinbûna xwe ya nû li ser azadiya jin bikaribe ava bike.   Demekê me bi hevala şehîd Zîlan (Nagîhan Akarsel) re li ser çanda Êzidî ya qedîm lêkolînek da meşandin. Dema me li ser koka jinên Êzidî lêkolîn kir, em gihîştin koka civaka demokratîk a komînal. Tiştê balkêş ku di lêkolînê de me dît ev bû; di nav civaka Êzidî de avakirina bingeha parastin, aborî, ked, rêveberiya xweser û weke din heye. Lê ji ber fermanan, ji ber desthilatdariya mêr, ji ber êrişan civaka Êzidî zêde ne di vê ferqê de ye. Niha tişta ku dikeve ser milê me hem bi rêbaza têkoşînê, hem sazîbûnê, hem parastinê hem jî ji aliyê fikir ve divê em van niqaşên xwe zêdetir bikin. Tişta herî zêde ji jin û civaka Êzidî re pêwîst ev tişte.”