Heyeta Îmraliyê: Em di asta 'komîsyon' û 'qanûnê' de ne 2025-07-16 14:56:22   ENQERE - Ji heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan diyar kir ku pêvajo gihîştiye 'astekê' û got, "Asta heyî asta avakirina komîsyonê û amadekirina qanûnan li meclîsê ye."   Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davûtoglû li Navenda Giştî ya Partiya Gelecekê hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtinê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin.   Ahmet Davûtoglû  destpêkê axivî û diyar kir ku têkildarî avakirina komîsyona li meclîsê wan nêrînên xwe parve ikrin û got, "Em di nava pêvajoeyke welê de ne ku divê her kes bi baldarî tevbigere. Faktorên psîkolojîk di vê pêvajoyê de gelekî bi bandor dibe. Bi rêya empatiyê divê zimanekî baldar bê bikaranîn ku dawî li fikarên civakê bîne. Em hêvîdar in ku ev pêvajo wê bi ser bikeve, em ê bi hev re bibînin û xwedî wê derfetê bin ku tevkariyê li bidawîkirina vê pirsgirêka mezin bikin."   Pervîn Bûldan got, "Me hevdîtineke girîng kir, nêzî saeteke em li vê derê ne. Weke heyet me asta heyî ya pêvajoyê ji Birêz Davûtoglû re ragihand. Ji bo me gelekî girîng e ku sûcê ji tecrûbeyên berê yên Birêz Davûtoglû werbigirin. Rabirdû girîng e. Ji ber ku di demekê serokwezîrtî kir û tevkarî li vê pêvajoyê dike, bi dîtina me ev serdan bi wate bû. Pêvajo di astekê de dimeşe. Tê payin ku li meclîsê komîsyonek bê avakirin. Ne tenê 2 an jî 3 partî, piştgiriya hemû partiyên muxalefetê wê tevkariyeke mezin li pêvajoyê bike. Ji ber vê yekê danûstandinên me yên ji bo parvekirina fikiran wê dewam bike. Ji ber ku tecrûbeyên xwe yên hêja bi me re parve dikin, ev hevdîtinên me wê dewam bikin."   Mîthat Sancar got, "Ji bo ev pêvajoê bi rengekî xurt û baş bimeşe, pêwîstî bi piştgiriyeke berfireh a civakî heye. Her ku piştgiriya civakî zêde bibe, hingî derfetên me jî wê ji bo serketinê zêde bibe, naxwe wê nepêkan be."   Li ser pirsa rojnamevanekî ku got, wê hevdîtin bi AKP'ê re bê kirin an na, Sancar got, "Niha em ê bi Birêz Bahçelî re hevdîtinê bikin, sibe jî serdana Serokê Giştî yê CHP'ê Birêz Ozgur Ozel bikin. Piştre wê serdan jinûve bêne plankirin, lê belê bernameyeke niha diyarkirî nîne."   Pervîn Bûldan jî bersiv da pirsa rojnamevanekî û got, "Pêvajoya ji niha û pê ve pêvajoyeke welê ye ku li Meclîsê komîsyon bê avakirin, qanûnên azadî û entegrasyona demokratîk ên ji komîsyonê derkevin wê ev qonax temam bibe. Piştî ku ev qonax hemû temam bûn bêguman wê derbasî qonaxeke nû bibe û em ê careke din vê bi raya giştî re parve bikin. Lê belê qonaxa heyî qonaxa avakirina komîsyonê li meclîsê û derxistina qanûnan e."