ROJEVA 14'Ê TÎRMEHA 2025'AN 2025-07-14 09:00:00   *Dayika Gulîstan Ozdemîr a ku ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, Emîne Ozdemîr da zanîn ku tevî hemû êş û qetilkirinan ew ne di tolgirtinê de di aştiyê de bi israr in. DÎMEN HEYE    *Yuksel Genç ku di 1999’an de di çavçoveya gavên niyeta baş a PKK’ê de di nav kesên çek berdan de cih girt, da zanîn ku ji 1999’an de neçareseriya pirsgirêka Kurd, ew ber bi çareseriyê ve birine. Yuksel Genç daxuyakirin ku di hevdîtinên di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de, dewletê ev rastî zelal dîtiye. Yuksel Genç wiha anî ziman: “Peyamên Birêz Ocalan têkildarî, berpisyariyên dikeve ser milê aliyan, rolên tên ferzkirin û bendewariyan e.” DÎMEN HEYE    *Hevseroka DEM Partî ya Wanê Gulşen Kurt da zanîn ku çarçoveya ‘pêvajoya aştî û civaka demokratîk’ de civînên gel dane destpêkirin û armanca van civînan piştgiriya ji bo aştiyê ye û divê dewlet demildest gavê bavêje. DÎMEN HEYE    *Çalakiyên li dijî xebatên madena li herêma Hesendîn a Pasîruê didomin. Aktîvîsta ekolojiyê Seray Cemre da zanîn ku divê faliyet demildest rawestin û got: “Heta zextê civakê tunebin em bi dadgehan bawer nakin. Em piştgiriya komele û saziyan dipên.” DÎMEN HEYE    *Dayikên Aştiyê der barê pêvajoya aştiyê ya bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kiriye nirxandin kirin û gotin: “Êdî şer hatin rakirin. Divê deriyên girtîgehan bên vekirin.”DÎMEN HEYE    *Hevseroka Însiyatîfa Gel a Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ayşe Efendî der barê banga 27’ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de axivî û got Rojava ji bo vê bangê amade ye û daxuyakirin ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullan pêk bê. Ayşe Efendî der barê peyama bi dîmen a Abdullah Ocalan jî got ‘bila çavên gelê Kurd ronî be’.DÎMEN HEYE