Ji bo meşa li dijî hişbirê ya li Dêrsîmê bang 2025-07-09 18:33:14   DÊRSIM – Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê wê sibê li diJî tundî, hişbir, çeteyan meşekê pêk bîne. Platformê ji bo meşa sibê belavok belavkirin.   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsîmê sibê li Dêrsîmê li dijî tundî, hişbir, çete û rêderxistinê saet di 18’an de wê li Kolana Hunerê meşekê pêk bîne. Endamên Platformê li navenda bajar belavok belavkirin û banga tevlibûnê li weşatiyan kirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu û gelek kes tevli bûn.   Ayten Kordu da zanîn ku divê li dijî polîtîkayên hişbir, tundî û çetebûnê têkoşîna yekbûyî bê meşandin.